Jinan li Suweydayê mafên jinan nîqaş kirin 2026-11-24 20:13:29       NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan, li Suweydayê li ser mafên jinên Sûriyeyê û binpêkirinên ku jin pê re rûbirû dimînin de konferansek lidarxist û banga xurtkirina parastina yasayî kir.   Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan, li bajarê Suweydayê ya Sûriyê konferanseke hiqûqî ya bi navê “Mafên ji bo Rûmeta Mirovan” lidar xist. Di konferansê de têgehên mafên mirovan û rûmeta mirovan, girîngiya parastina mafên kesane, binpêkirinên ku tevî hebûna yasayên parastinê li dijî jinan tên kirin û rêyên hişyarkirina jinan a der barê mafên xwe û bikaranîna wan bi rêya yasayî hatin nîqaşkirin.   Parêzer, pisporên mafên mirovan û kesên eleqedarî mijarên hiqûqî beşdarî konferansê bûn. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku mafên kesane mafên bingehîn ên her mirovî ye û ev maf ji mafên madî yên parastina beden û hebûna fizîkî û mafên manewî yên wekî rûmet, hest û navûdengê pêk tên.   ‘Di pevçûn û şeran de mafên jinan bi awayekî giran tên binpêkirin’   Parêzer Merah Şûfî, diyar kir ku di demên pevçûn û şeran de mafên jinan bi awayekî giran tên binpêkirin û bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de, bêparkirina jinan ji mafê perwerdehiyê û zextên kevneşopî û adetên civakî yên li ser jinan. Merah Şûfî, balkişand ser girîngiya rêzgirtina mafên mirovan û zêdekirina hişyariya civakî.   Sedemên ku jinan ber bi bêdengiyê ve dibin   Endama Desteya Rêvebir a Şaxa Suweydayê ya Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan parêzer Faten Nadir, diyar kir ku jin rastî tundiya fîzîkî, derûnî û dîjîtal tên. Faten Nadir got ku adet û kevneşopiyên civakî, zextên civakê û tirsa demxebûnê dibin sedem ku gelek jin li dijî tundiyê bêdeng bimînin.   Faten Nadir, wiha got: “Li gorî qanûnên heyî, jin dikarin di rewşa tundiyê de serî li dozgeriya giştî bidin û gilî û gazincê pêşkêş bikin. Lê hinek jin ji ber zextên civakî û tirsa ji civakê neçar dimînin giliyên xwe paşde bikişînin.   Banga nûvekirina mekanîzmayên parastina qanûnî   Parêzer Maha Mesûd jî diyar kir ku mafên kesane yên mirovan mafên bingehîn û bênîqaş in û di tu şert û mercî de nikarin bibin mijara danûstandinê. Maha Mesûd, bal kişand ku tevî zêdebûna xebatên navneteweyî yên parastina mafên mirovan jî binpêkirinên giran hêj didomin.   Maha Mesûd, got ku pêwîst e yasayên Sûriyê li gorî pêşketinên civakî û teknolojîk bên nûvekirin û bal kişand ser zêdebûna şantaja elektronîk, binpêkirina nepenîtiyê û bikaranîna bê destûr a wêneyên kesane ku bi taybetî jin û zarokan hedef digre. Maha Mesûd, diyar kir ku pêşketina teknolojiyê bi heman lezê bi zêdebûna hişyariya civakî û pêşketina mekanîzmayên parastinê re nehatîye û lewma gelek jin û zarok nikarin xwe bigihînin piştgirî û parastina pêwîst.