Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin 2026-11-28 14:33:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHD'ê vê hefteyê jî li Amed, Êlih, Dêrsim û Geverê pêk hat. Di çalakiyê de daxwaza pêkanîna edaletê hat kirin.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Amed, Êlih, Dêrsim û Gevera Colemêrgê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li aqûbeta windayan pirsîn.    Amed   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 929'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Li gel Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin û qetilkirin, hatin hilgirtin.   Di hefteya 929'mîn de aqûbeta Parêzer Şevket Epozdemîr ê ku 25'ê Mijdara 1993'yan li Tetwanê hat revandin û li piştre cenazeyê wî li nêzî qereqolek a navçeya Dorşînê hatiye dîtin, hat pirsîn. Çîroka Şevket Epozdemîr ji aliyê Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Amedê Bawer Çîndenîr ve hat xwendin. Hevalê Şevket Epozdemîr, Şevket Aydemîr li ser windakirina Şevket Epozdemîr axivî û got ku heya kujerên wan neyên eşkerekirin û darizandin dê tekoşîna wan a ji bo edaletê berdewam bike.   Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin got ku bi hezaran xizmên windayan bi salan e ji bo edaletê tekoşînekî didin û wiha axivî: “Bi salan e malbatên kesên hatine windakirin û kujerên wan nehatine darizandin têkoşînek didin û mixabin rayedarên dewletê weke her demê bêdeng in. Li cihê ku rayedar kujeran darizînin dozê li kesên ku pirsa xizmên xwe dikin vedikin. Îro em aştiyê diaxivin, ji bo ku aştî pêk were divê aqûbeta kesên hatine windakirin were eşkerekirin. Ev dewlet deyndarê malbatên me ye û heya ku deynê edaletê neyê dayîn ev aştî pêk nayê. Li tevahiya cîhanê rêbazên edaletê diyar in û divê li Tirkiyeyê ji bo rastiya van bûyeran derkeve holê divê komîsyana heqîqetê were avakirin.”   Piştî axaftina Cîhan Aydin daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg    Di Çalakiya Xizmên windayan ya hefteya 255'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê eşkerekirin û darizandina kujerên Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin, hat xwestin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 255an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de xwestin berpirsên kuştina Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûra Amedê werin eşkerekirin û darizanin.   Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Komîsyona Windayan Eren Baskin ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 11 sal in kujerên Tahîr Elçî nehatine darizandin.   Dêrsim   Şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl a ku metna çapemeniyê xwend, ragihand ku wan ji bo pirsîna aqûbeta mirovên hatine windakirin li Dêrsimê çalakiyên ku wê her hefte li dar bixin dane destpêkirin. Nurşat Yeşîl piştre qala bûyerên ku piştî operasyona leşkerî ya di sala 1994’an de li herêma Vartînîkê ya Dêrsimê hat kirin, kir.   Nurşat Yeşîl diyar kir ku di 23-24’ê Îlona 1994’an de li gundê Gokçekê yê navenda Dêrsimê, gundikê Mîrîkê û derdora wê operasyona leşkerî hatiye lidarxistin û got: “Di dema operasyonê de ji malbatên Işik û Serîn; Dîlek Serîn a sê salî û Gulîzar Serîn, Duzalî Serîn, Xatûn Işik, Elîf Işik, Yeter Işik û Haydar Işik ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji wê dîrokê ve careke din agahî ji wan nehat girtin. Malbatan ji bo ku aqûbeta xizmên xwe hîn bibin serî li Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê dan. Lê rayedarên qereqolê gotin ku wan jî ev kes nedîtine. Alî Işik ê ku tiştên hatine serê xizmên xwe hîn bû û di dîroka bûyerê de leşkerî dikir, ji bo ku li malbata xwe bigere çû gundikê Mîrîkê. Cenazeyê Alî Işik di 8’ê Cotmeha 1994’an de di nava mesafeya dîtinê ya Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê de hat dîtin. Hat ragihandin ku bedena wî tazî bûye û serê wî hatiye pelçiqandin. Di rapora Saziya Tipa Edlî de hat diyarkirin ku bi çeka agirber hatiye kuştin. Piştî bûyeran malbatan ji bo derxistina holê ya aqûbeta xizmên xwe û diyarkirina berpirsiyaran gelek hewldanên hiqûqî dan. Tevî serlêdanên malbatê, lêpirsînên dozgeriyê yên hatine meşandin û serlêdanên li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) jî, tu encameke bi bandor nehat girtin.”   Nurşat Yeşîl îfade kir ku serlêdanên derbarê aqûbeta kesên piştî operasyonê hatine binçavkirin û Alî Işik de bêencam mane.   Êlih   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 765’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin de, li gel parêzvanên mafên mirovan nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çarling a navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin, hatin pirsîn.   Çîroka qetilkirina Tahîr Elçî endamê ÎHD’ê Huseyîn Elçî wiha anî ziman: “Endam û rêveberê ÎHD’ê, dostê me yê hêja, hevalê me yê têkoşînê Tahîr Elçî, di 28’ê Mijdara 2015’an de, beriya niha bi 11 salan, li navçeya Sûrê ya Amedê, di bin Minareya Çarling de dema dixwest wêrankariya ku pevçûnan afirandiye bide xuyakirin, hat qetilkirin. Tahîr Elçî parêzvanekî mafên mirovan bû ku di serdemên herî tarî de jî gav paşve neavêt û tevî îşkence, gef û binçavkirinê jî dev ji şopandina heqîqetê berneda.   Di têkoşîna derxistina holê ya kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan, windakirina bi darê zorê û binpêkirinên giran de her tim li herî pêş cih girt. Israr û wêrekiya wî ya li hemberî tarîkirina heqîqetê, wekî yek ji mînakên herî xurt ên parêzvaniya mafan di bîra me de ye. Em nebûna Tahîr Elçî di têkoşîna mafên mirovan de bi kûrahî hîs dikin. Pêvajoya darazê ya yanzdeh salan, ji ber ku ji baldari û bandora ku edalet dixwaze bêpar ma, di civakê de bû sedema bêbaweriyeke cidî.   Lêpirsîn hat derengxistin, delîlên krîtîk nehatin komkirin, berpirsiyarên wê demê nehatin guhdarîkirin, doz hat bêbandorkirin û bi bêcezatiyê bi encam bû. Vê pêvajoyê careke din nîşan da ku bêcezatî li Tirkiyeyê pratîkeke sîstematîk û rûniştî ya dewletê ye. Îro nuqteya ku dosyaya Tahîr Elçî hatiye ser jî parçeyek ji vê tabloyê ye. Doz piştî ku hemû rêyên hiqûqî hatin qedandin, niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li bendê ye.   Ji bo ku ev dosyaya ku bi salan e hatiye taloqkirin li AYM’ê jî rastî aqûbeteke bi vî rengî neyê, em bangeke vekirî dikin: Daraza bilind a vî welatî divê êdî ji bûyîna parçeyekî mekanîzmaya ku bêcezatiyê hildiberîne derkeve û di dosyaya Tahîr Elçî de biryareke ku heqîqetê derxe holê bide.   Ev doz ne tenê bi kuştina kesekî ve sînordar e; ev doz delîla herî şênber e ku li Tirkiyeyê heqîqet çawa tê tarîkirin, mekanîzmaya edaletê çawa tê bêkêrkirin û naveroka dewleta hiqûqê çawa tê valakirin. Em wekî ÎHD û hevalên têkoşînê yên Tahîr Elçî, heta ku kiryarên rastîn bên derxistin holê, berpirsiyar hesab bidin û dîwarê bêcezatiyê bê hilweşandin, em ê têkoşînê bidomînin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.