
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
- 14:50 4 Îlon 2021
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" de vê heftê li aqûbeta Kenan Bilgîn pirsîn û xwişka Kenan Naciye Bîlgîn Okdemîr wiha axivî: "Ez ê li malê rûnenim û şîna te negirim, ez ê li pey vê têkoşînê biçim."
Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 858’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn (35) ku di 12'yê îlona 1994'an de li Dîkmena Enqerê ji aliyê polisan ve ji rawestgeha otobusan hatibû revandin û di bin çavan de hatibû windakirin hat pirsîn.
Di çalakiyê de şahidên binçavkirina Bilgîn Saît Çoban û Ozer Akdenîz ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin û polisan an biribû heman navendê axivîn û gotin ku Kenan Bilgîn bi dengekî bilind gotiye ku beyî ku qeyda wî bikin binçav kirine û wê wî bikujin.
Li ser navê malbata Kenan Bîlgîn jî xwişka Bîlgîn Naciye Bîlgîn Okdemîr axivî û diyar kir ku 27 sal in bi hesreta kekê xwe dijî û wiha got: "Em her roj li benda hatina wî ne. Dema ku navê 12'yê îlonê tê gotin timik êş, hesret û windabûn tê hişê mirov. Ez qet naxwazim vê dîrokê bi bîr bînin. Dayika min heta mirinê jî digot Kenan. Dayika timik di wê hêviyê de bû wê rojek kurê wê bê. Beriya mirina xwe bi rojan timik digot Kenan. Kekê bi hovîtî qetil kirin. Bi milyonan kesî mîna Kenan qetil kirin. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Wê teqez edalet cihê xwe bibîne. Ez ê li malê rûnenim û şîna te negirim, ez ê li pey vê têkoşînê biçim."
Piştî xwişka Kenan daxuyaniya hefteyê ji aliyê Mirovê Şemiyê Ummuhan Kaya ve hat xwendin. Ummuhan. di daxuyaniyê de diyar kir ku 11 şahidan îfade daye dozgeriyê ku îşkence li Kenan Bîlgîn hatiye kirin û li hemû hewldanên Komeleya Mafê Mirovan û parêzeran jî tu encam nehatiye girtin. Ummuhan, got ku doza Bîlgîn çûye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye hatiye mehkûmkirin.