
Ji bo nameyên kurdî heqê tercumantiyê ji girtiyan tê xwestin
- 17:04 9 Cotmeh 2021
- Rojane
AGIRÎ - Li Girtîgeha Panosê girtî Çekdar Odungit bi hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji bo nameyên bi kurdî tên nivîsandin ji bo tercumantiya wan pere ji wan tê xwestin.
Tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan her ku diçin zêde dibin. Çekdar Odungit ku ji 2013'an heta niha li Girtîgeha Tipa L a Panosa Agiriyê tê girtin û ev 15 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye dayin bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji bo nameyên bi kurdî tên nivîsandin ji bo tercumantiya wan pere ji wan tê xwestin. Nameyên bi kurdî ji ber bi kurdî tên nivîsandin nadin girtiyan.
Ji ber name bi kurdî ne nayên dayin
Çekdar wiha got:"Di demên dawî de li hemberî me binpêkirinên mafan zêde bûne. Name nagihêjin destên me. Ji ber name bi kurdî ne nayên dayin. Ji bo tercumantiya nameyên bi kurdî ji me pereyan dixwazin. Ger pêkanîna bi vî rengî ya girtîgehan bidome dê nehêlin em bi kurdî jî biaxivin."