'Komkujiya Garê ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin'

  • 15:18 10 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, qurbaniyên Komkujiya Garê bi bîr anî. Di bîranînê de hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendê Zeynep Salgucak, axivî û got: "Di aliyê hiqûqê de tu gav nehatiye avêtin û kûjer nehatine darizandin. Her wiha em komkujiya Garê ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 6’emîn salvegera Komkujiya Garê li ber avahiya HDP’ê ya navendê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendê Zeynep Salgucak ve hat xwendin.
 
Zeynep, komkujiya Garê bi bîr anî û wiha got: “Kesên ku komkujiya 10’ê Cotmehê pêk anîn, hikûmet agahiya wê jê hebû. Lê belê tu tiştî nekirin. Hêzên pişt kujera ji bo ku rastî dernekevin holê hemû tiştî kirin û em gelek baş dizanin ku ew kî ne. Kujer hatin tespîtkirin lê belê ji bo ku ev komkûjî pêk neyê tu tiştî nekirin. Kesên ku vî komkujiyê pêk anîn hîn li ser peywirê ne. Di navberê de 6 sal derbas bû jî di aliyê hiqûqî de tu tişt nehatiye kirin. Kesên ku vî komkujiyê pêk anîn nehatin darizandin.”
 
‘Tişta ku me li ser lingan digire hêvî ye’
 
Zeynep, dawiya axaftina xwe de got ku ji bo kesên berpirsyarên vî komkujiyêne bên darizandin ew ê berxwedana xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tu carî dev ji daxwaza xwe ya ked, aştî, azadî û demokrasiyê bernadin. Heta ku kiryar bên darizandin dê hêrsa me zindî be. Em ê destûrê nedin ku ev komkujî bê ji bîrkirin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev tim bînin ziman. Ew ê nikaribin me bidin tirsandin. Ew çixwasî êrîşê me dikin bila bikin, em ê tu carî kujeran efû nekin. Di 10’ê Cotmehê de di komkûjiya Garê de hevalên me yên ku hatin qetilkirin em ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Tişta ku me li ser lingan digire hêvî ye. Em hêviya xwe winda nekin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Şehît namirin” bi dawî bû.