
HDP'ê tezkere şermezar kir
- 16:30 26 Cotmeh 2021
- Rojane
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê li Desteya Giştî ya Meclîsê dowîzên “Tezkere şer e”, “Şer li jinan dide”, “Tezkere xizanî ye” û “Tezkere mafyayê xwedî dike” hildan.
Desteya Giştî ya Meclîsê bi axaftinên derveyî rojevê dest pê kir. Piştî hevdîtinên giştî wê tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan were axaftin. Parlamenterên HDP’ê li Desteya Giştî ya Meclîsê dowîzên “Tezkere şer e”, “Şer li jinan dide”, “Tezkere xizanî ye” û “Tezkere mafyayê xwedî dike” hildan û tezkereya li ser hevdîtin tê kirin şermezar dikin.
Piştî ku tezkere were xwendin wê partiyên li Meclîsê li ser nirxandinê bikin.