
Li dijî çekên kîmyewî li Almanyayê çalakî
- 13:32 28 Cotmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarên Almanyayê dê çalakiyên protestoyî li dar bixin. KON-MED, banga beşdarbûna çalakiyê kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekî ragihand, wê kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê li derveyî welat bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dixwazin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bê kirin. Em bang li Hikumeta Federal a Elman, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku ji bo berjewendiyên aborî van sûcên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve neyên.
Em ê li gelek bajarên Elmanyayê bi vê armancê di 30’ê cotmehê de çalakiyan bikin. Em bang li Kurdistaniyan û dijberên şer ên li Elmanyayê dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî van çalakiyên me bibin."
KON-MED, dê li Frankfurt, Saarbrucken, Berlîn û Hannoverê çalakiyan li dar bixin.