
Li Rihayê yek jê jin du kes hatin binçavkirin
- 12:16 4 Mijdar 2021
- Rojane
RIHA - Di serdegirtina malan a li Pirsûsa Rihayê de Emine Ozçelik û Omer Orçin hatin binçavkirin.
Li Pirsûsa Rihayê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Li Kuçeya Uçpinarê Emine Ozçelik û li Kuçeya Hurriyetê jî Omer Orçin hat binçavkirin.
2 kesên sedema binçavkirina wan nehat famkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Pirsûsê.
Emine Ozçelik hefteyeke berê hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan.