
Polîsan êrişî daxuyaniya 'darbeya siyasî' ya li Wanê kirin
- 13:09 4 Mijdar 2021
- Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê têkildarî 'darbeya siyasî' ya di 4'ê mijdarê de ya li dijî HDP'ê xwest li Kuçeya Hunerê daxuyaniyê bide. Polîsan êrişî kesên beşdarî daxuyaniyê bûn kirin û gelek kes jî bi lêdanê hatin binçavkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê têkildarî 'darbeya siyasî' ya di 4'ê mijdarê de ya li dijî HDP'ê xwest li Kuçeya Hunerê daxuyaniyê bide. Berî daxuyaniyê kuçe bi TOMA û hêzên mertal hat dorpêçkirin û "qedexeya walîtiyê ya çalakiyan" wekî hincet hat nîşandan û destûr ji bo daxuyaniyê nehat dayin. Parlamenterên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir û Murat Sarisaç û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan êrişî kesên beşdarî daxuyaniyê bûn kirin.
Tevî rêvebera Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan re (TUHAYDER) Edibe Babur, gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Berdewamiya nûçeyê dê were...