Li Kobanê bi meşek dirêj gefên dewlata tirk hatin şermezarkirin
- 15:16 4 Mijdar 2021
- Rojane
KOBANÊ - Ciwanên Herêma Firatê bi dirûşma "Em ê di şopa heqîqetê de de bi ser kevin, ne êrîşên ezmanî ne çekên kîmyewî, tû hêz nikare hebûna me tune bike" li Kobanê dest bi meşa dirêj a li dijî êrîş û gefên dewleta tirk kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşa dirêj kirin. Di meşê de bi sedan ji ciwan, jinên ciwan, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.
Ciwan li gundê Têrî yê li Rojhilatê Kobanê kom bûn.
Di destpêkê de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê desteya ciwan û werzişê Elî Ehmed Elî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Em weke gelê kurd, di serdemeke pir dijwar a têkoşinê de derbas dibin. Di têkoşîna me ya her dem a çil salî de, berxwedan û têkoşina me, îro xwe gihandiye lûtkeya herî bilind. Di şexsê gerilayên qehreman de, çiyayên Kurdistanê bûne navenda berxwedan û têkoşina me ya kurdan.
Em weke gelê kurd, li ser axa Rojhilata Navîn bi kok bûne û xwedî çandeke kevnar in. Çanda me ya kevnar ku li ser axa Kurdistan û Rojhilata Navîn bi kok bûye, xwedî mirateya egidî û çelengiyê ye. Bî sedan egîd û çelengên Kurdistanê îro li ser çiyayên Kurdistanê li berxwe didin. Em deyndarên wan e. Bi taybetî di van şeş mehên dawî de bi destê dewleta tirk a faşist, li ber çavên cîhanê şerekî nemerdane bi rê ve diçin. Li hember gerilayan qehreman bi çekên kimyami û jehrî êrîşên hovane pêk tê.
Em weke tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan di serî de li dijî kiryarên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî hemû gelê xwe têkoşîna hevpar dikin. Em heya dawî li gel berxwedana gerilayên xwe ne, gerîla rûmeta jiyana azad e û em wek ciwanên kurd bi hebûna xwe deyndarên gerilayê qehreman in . Gerîla parêzvanên axa Kurdistanê ye û em wekî ciwanên kurd heya hebin wê tu car agirê berxwedana çiyayên Kurdistanê venemire.
Pişt re ciwanan bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin.
Hat payîn wê îro meş li gundê Şêranê raweste û sibehê jî ber Kobanê ve here û bi dawî bibe.