
Berxwedana li Sêmalka 58 roj in didome
- 10:18 1 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfan di kemîna PDK’ê de şehîd bûne di roja 58’an de bi biryardarî didome. Li gel çalakiya ku berdewam dike bang li PDK'ê tê kirin ku demildest cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin.
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, di roja 58’an de berdewam dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwazên xwepêşandêran nade.
Kes sazî û rêxisitnên ku tên serdana çalakvanan û piştgiriyê didin wan jî bang li PDK'ê dikin û dibêjin ku bila cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin.