Silavdayîn bû sedema cezayê dîsîplînê

  • 09:02 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Arjîn Yuksekbag a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, balkişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş Gulşan Adet û Zeynep Bîngol û got: “Pereyê derbasbûna pirê jî ji me tê birîn. Ji ber min di hevdîtina vekirî de silav da malbatên Rozerîn Kurd û Alev Yaşar derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin." 
 
Girtiya bi navê Arjîn Yuksekbag ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye di nameya ku şand ji rojnameger nivîskar Huseyîn Aykol re şertên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş vegot. 
 
Nameya Arjînê wiha ye:
 
“Pirsgirêkên aborî yên li welat bandor li ser girtîgehan jî dike. Ji ber her tişt bihaye xizmên girtiyan zehmetiyan dikşînin. Di vê pêvajoya ku betalî zêde bûye em şertên malbatên li derve dibînin. Ji ber vê em lêçûnên xwe baldar dibin. Berhemên kantînê pir bihane. Mînak alavên paqijiyê di meha çile de pir biha bûn. Mînak rûn ji 21.50 TL derket 31.50 TL. Ev me pir zêde dide zorê.
 
Çareserî birîna ceyranê ye
 
Bihayê ceyranê zêde bûye. Aliyê herî balkêş jî lêçûnên derbasbûna pirê li girtîgehan jî bandor kiriye. Ji ber polîtîkayên şaş lêçûnên derbasbûna pirê li me tê birîn. Pirê em bikar naynin. Dema fatureyê ceyranê neyên dayîn jî îdara girtîgehê ceyranê dibire.
 
Lêpirsînên disîplînê
 
Yek ji pirsgirêkên din jî lêpirsînên dîsîplînê êdî bi me ne sînore. Li girtîgehê bi dehan carî bi awayekî kêfî lêpirsîn hatin vekirin. Herî dawî Rozerîn Kurd û Alev Yarar ji ber di hevdîtinê de silav dan malbatên hev lêpirsîn li wan hat destpêkirin. Di pêvajoya pandemiyê de pirgirêkên hevdîtin û ragîhandinê zehmetir bûn. Ez dixwazim bi taybet li ser vê bisekinim. Li girtîgehê silavdayîn, hevpirsîn dibe sedema lêpirsîna dîsîplînê.
 
Rewşa girtiyên nexweş
 
Pirsgirêkek din ya sereke rewşa girtiyên nexweşe. Di vê mijarê de bertekek cidî hebe jî pêkanîn bi tu awayî li hember girtiyên nexweş nasekine. Ez li ser du hevalên xwe bisekinim. Gulşan Adest 28 sal in girtiye. Dema nû hatiye girtin gelek zext û zor jiyaye. Niha pirsgirêkên wê yên cidî hene. Rewşa wê girane. Di mêjiyê wê de damar xitimîne û rîska felçê heye. Ev demek dirêje diçe nexweşxanê û tê. Lê şertên girtîgehê encamekê nadê. 
 
Hûn di vê mijarê de rewşa girtîgehê dizanin. Pêvajoya girtinê wan dide zorê. Pêngavên ku rewşa nexweşan baş bike tune. Divê hevalên me di şertên baş de bên girtin lê pêkanînên kêfî didomin. Ev helwesta bêperwa li dijî girtiyên siyasiye. Ji ber ku li koxuşên din guherîn ten kirin. Bi salane em nikarin mafê xwe bikar bînin.
 
Hevala Zeynep Bîngol 62 saliye û nexweşiya wê ya sînuzît, helîna hestiyan, ba heye. Koxuşa lê ye, sare, tavê nabîne, şîl e. Divê di van şertan de nemîne. Tevî hemû hewldanan daxwaz tên redkirin.
 
Girtîgeh kakila tiştên li derve tê jiyînê ye
 
Em dizanin ku pêvajoya tê jiyîn ne normal e. Em jî dixwazin ku normal nêzî vê rewşê nebin. Di 10 rojan de ji girtîgehan 7 cenaze derketin. Bi qasî em dişopînin agahiyên mirinê sivik tên dîtin. Em wisa li dijî vê rûnanin û napên. Li dijî nêzîkatiyan têkoşîn meşandin rojeva me ya herî sereke ye. Her çiqas girtîgeh wek cihên îzolekirin û cihên ji civakê dur bên venasîn jî, girtîgeh di esasê de kakila tiştên di civakê de tên jiyînê ne. Divê ev wisa bê fêmkirin. An jî wê berovajî pêvajoyê be. Di vê mijarê de meşandina têkoşînek mezin berpirsyariya me ye.”