ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 16 Adar 2022
  • Rojev
 
*Wek em dizanin 21'ê Adarê ji gelê kurd re gelek pîroz e. Ku meriv li dîroka 21'ê Adarê meyze dike dîroka serhildanê ye. Belê Newroz hatina biharê ye, dîroka serhildana gelê bindest e, dîroka xweavakirinê ye. JI PÊNÛSA JINÊ
 
* Şahidên Newroza 92'yan a li navçeya Cizîr û Şirnexê diyar kirin ku ruhê Newroza 92’an îro jî hîn berdewam dike û gotin: "Berxwedana sala 92'yan wek mirateyek heta wan rojan hatiye. Agirê Newrozê ya bi ruhê salên 92’yan bilind dibe dê îsal jî bi heman ruhê bilind bibe.” BI DÎMEN 
 
*Agirê ewilî ya Newrozê li Elkê bi coşeke mezin hat pêxistin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jinên li Elkê bal kişandin ser yekitiya kurdan û gotin: "Bila kurd dijminatiya hevdû nekin. Bila Newroz bibe wesileya yekitiya kurdan."  BI DÎMEN 
 
*Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê didomin. Miryem Adamiş, destnîşan kir ku Newroz ji bo kurdan roja berxwedanê ye, Gulîzar Yaman jî diyar kir ku Newroz serî rakirina li dijî Dehaq, zilmkar û dagirkeran e. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî şerê Rûsya û Ûkraynayê diyar kir Rûsya dagir dike û wiha got:"Li Ûkraynayê pêlên koçberiyê dest pê dike, herkes deriyên xwe vedike. Tirkiyeyê bi armanca desteserkirinê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, deng ji kesî derneket. Ji Kurdistanê û Sûriyeyê pêlên koçberiyê dest pê kirin kesî deriyê xwe venekir. Li dijî wê Ewropayê bi Tirkiyeyê re bazariyên qirêj kir. Vî şerî dirûtiya kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in nîşan da." BI DÎMEN 
 
*"Bîranîna min a jahrîbûna ji ber bîhna sêvan û strana “Çayê Bervena” her ku bikeve bîra min ew roj û ew dîmenê xemgîn tê ber çavê min û wê ji bîra min neçe jî." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê di navbera 24-29’ê Adarê de 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Kurdan a Stenbolê pêk tîne. Endama Kolektîfê Hazal Gultekîn da zanîn ku wê di mîhrîcanê de fîlmên hatine sansurkirin jî cih bigirin û wê keda jinê jî bidin xuyakirin.
DÎMEN HEYE
 
*Parêzera OHD’yî Mehtap Işik der barê rapora ATK’ê ya derbarê rewşa Aysel Tugluk de hatiye dayîn axivî û got: “ATK ne bi biryarên tibî bi siyasî biryaran dide. Ji ber vê jî girtiyan tehliye nakin. Divê ATK biryarên tibî bide û qe nebe înfazên wan bên taloqkirin û berdan.”
DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku yek ji rojeva sereke ya Newroza 2022’yan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha vegot: “Newroza 2022’yan wê bibe Newroza herî bi heybet û wê tevlibûn pir zêde be.” 
 
*Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê, wê starta mîtîngê û Newroza dê di 19’ê Adarê de li Şirnexê bê pîrozkirin, bide. (11.00)
 
*Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi minasebeta Komkûjiya Helepçeyê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiyê dê daxuyaniyê bide. (14.00)