Li Şehbayê 3'yemîn mihrîcana xwendekaran dest pê kir
- 15:02 3 Hezîran 2022
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê mîsoger bikin" Tevgera Xwendekarên Demokratîk di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoresger a herêma Efrînê de mihrîcana 3'yemîn a xwendekaran di roja yekem de dest pê kir.
Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê mîsoger bikin" Tevgera Xwendekarên Demokratîk di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoresger a herêma Efrînê de mihrîcana 3'yemîn a xwendekaran li lîstikgeha Babinênsê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir. Di mîhrîcanê de hemû xwendekar, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan û Yekîtiya Werzîşê amade bûn. Lîstikgeh bi alên Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû xemilandin. Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
'Em bi hêvî ne ku ev festîval bibe festîvala serfirazî û azadiya Kurdistanê'
Endama Meclîsa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê Fatma Hec Mihemed axivî û got: "Di destpêkê de em mihrîcana 3'yemîn a xwendekaran li hemû kesên hazir pîroz dikin. Di pêvajoyek wiha de lidarxistina festîvalek wiha wateyek pir girîng dide. Armanca me ji vê festîvalê ew e ku ciwan hêz û xwestekên xwe derxînin pêş û xwe pêş bixînin. Her wiha xwe bi rêxistin bikin û ji bandor û lîstikên dijmin ên şerê taybet dûr bikevin. Di dawî de jî em bi hêvî ne ku ev festîval bibe festîvala serfirazî û azadiya Kurdistanê."
Piştre lîstika bîng bong, satranç, voleybol, bazdan, kişandina ben, mendîl, futbol hatin leyistin.
Mihrîcan bi xelatkirina lîstikvanên ku bi ser ketine bi dawî bû.