
Xizmên Windayan: Dê têkoşîna me berdewam bike
- 12:59 4 Hezîran 2022
- Rojane
AMED - Ji bo li aqûbeta windayan û kujeran bipirsin di hefteya 695'emîn de, Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê kom bûn û li aqûbeta Ahmet Okûyûcû pirsîn.
Reveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 695'emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xist û di çalakiyê de weneyên windayan hatin hildan.
Di vê hefteyê de çalakvanan serpêhatiya qetilkirina Ahmet Okûyûcû vegot ku di 27’ê çilêyê 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê li kargeha xwe hatibû qetilkirin û li kujerên wî hat pirsîn.
Destpêkê rêvebera ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr axaftinek kurt kir û bal kişand ser têkoşîna ji bo dîtina windayan.
Piştre jî rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Ahmet Okûyûcû xwend. Derya diyar kir ku Ahmet di 27’ê çileya 1993’yan de dema kargeha xwe vedike û kesên ku çek li ser wan in wek muşterî tên kargehê û wiha qala bûyerê kir: “Ew kesên ku wek muşterî tên kargehê 24 gule direşînin û Ahmet li kargehê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê esnafên derûdorê cenazeyê wî radikin nexweşxaneyê.”
Derya di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku malbata Ahmet ji bo ku ji Ferqînê derkevin rastî zext û zorê tên û wiha got: “ Bavê vî Harûn Okûyûcû mela bû û cenazeye lawê xwe di hewşa malê de şûştiye. Mele di heman demê de kesên ku di wan salan de li naverasta kuçeyan dihatin kuştin cenazeye dişûşt û ji ber vê gelek caran rastî gefên kuştinê hatiye. Piştî 3 mehan li pêşiya mala mele gule hatine teqandin û 7 meh şûnve jî kargeha wan û embara wan ya pembû tê şewitandin. Malbat ji ber wan bûyeran neçar dimînin û ji Farqînê koç dikin.”
Derya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat ji berz xeztan newirê serî li riyên hiqûqê bide. Ji vê rojê heta îro kujerên nehatine dîtin. Çend sal derbas bibe jî ji bo dîtina windayan û cezakirina kujeran wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.