
Xizmên Girtiyan: Destên xwe ji ser zarokên me bikişînin
- 16:05 22 Hezîran 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Xizmên gitiyan ji ber Girtîgeha Kiriklarê bagn li Wezîrê Dadê û AKP'ê kirin û gotin, "Ji ser zarokên me destên xwe bikişînin.
Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hat destpêkirin di roja 77'an de i ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Xizmên girtiyan bertdilkên bi dirûşmên "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û dirûşma "Heq hiqûq edalet" berz kirin. Rêxistina HDP'ê ya navçeya Çîglîyê serdana malbatan kir.
'Ji bo ku cenaze ji girtîgehan neyên derxisitn divê edalet pêk bê'
Hevseroka HDP'ê ya Çîgliyê Leyla Tufan diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên dermankirin, ên ku înfaza wan qediyaye jî bên berdan û ji bo ku ji girtîgehan cenaze neyên derxisitn divê aştî pêk bê.
'Ji bo ku girtin bên bidawîkirin têkoşîn divê'
Hevserok Huseyîn Aktaş jî diyar kir ku nûnerên partiyên siyasî û rojnameger bê sûc tên girtin, divê ev bêhiqûqî bi dawî bine û ji bo vê jî divê têkoşîn bê dayîn.
'Destên xwe ji ser zarokên me bikişînin'
Dayika Firat Yagmekan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Hejmar 2 a Kiriklarê dîmîne Sultan Yagmekan jî got ku Nobeda Edaletê ya digirin 3 meh li dû xwe hiştine lê hîna jî girtî nehatine dermankirin û wiha berdewam kir, "Zarokên me serbest berdin. Ez ji vir bang li Wezîrê Edaletê û Ser Komarê AKP'yî dikim û dibêjim zarokên me serbest berdin. Herwiha ez bang li Alî Haydar jî dikim û dibêjim destên xwe ji ser zarokên me bikişînin. Ger ku zarokên we di vê rewşê debûne we dê çi hîs bikira. Destê xwe daynin ser wicdanê xwe. Bila êdî tabûtên zarokên me ji girtîgehan neyên derxistin. Piştî zarokên me dimirin didin me. Çi jî me dixwazin. Wê ev rewş heta ku berdewam bike? Em edaletê dixwazin."