
Jin wê li dijî biryaran jiyana xwe biparêzin
- 09:03 27 Hezîran 2022
- Rojane
Marta Somek-Safiye Alagaş
STENBOL - Ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetilkir, cezayê ‘daxistina tahrîka bêmaf’ hat dayîn û jinan bertek nîşanê biryarê dan. Jinan da zanîn ku wê li dijî vê têkoşîneke jinan a xurt danîn holê.
Runiştina doza kujerê Pinar Gultekîn ,Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pêr bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin duh li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.
Dosya şandin îstînafê
Serdozgeriya Komarê ya Muglayê û parêzerê malbatê biryara ku 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê dabû birin îstînafê. Her wiha ji her derê li dijî biryara hatiye dayîn bertek hatin nîşandan û jinan diyar kirin ku ew biryara daraza mêr nas nakin û di têkoşînê de bi biryarin.
Dewlet li pişt gumanbaran e
‘Em ê jiyana xwe biparêzin’
Selînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser çalakiyên jinan ên tên qedexekirin û bi lêv kir ku hêrsa jinan daketiye kolanan û wiha dawî lê anî: “Em biryara darazê nas kin. Yên cezayê kujerê Pinarê daxistin, cezayê muebetê didin jiyanê ku jiyana xwe diparêzin. Nevîn Yildirim bi muebetê girtiye. Ev jî nîşaneya şênber a ‘em li pişta kujerin’ ne. Em ê li dijî van kujeran jiyana xwe biparêzin. Em ê her tim kolanan tije bikin.”
‘Têkoşîna jinan duh dest pê nekiriye’
Cezayê hatiye dayîn cesaret daye gumanbaran