
‘Qetilkirina Pinarê encama şerê taybet e’
- 09:02 13 Tîrmeh 2022
- Rojane
Melîke Aydin
MUGLA - Jinan diyar kirin ku li Koteklî jiyana xwendekarên jin tê astengkirin û gotin qetikirina Pinar Gultekîn jî ji stratejiyên şerê tabet ya li hember jinên kurd cuda nîne.
Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji hêla kujer Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer Cemal, bi sedema “bi hestên hovane û bi plankirî hatiye qetilkirin” û bi cezayê muebbeta giran dihat darizandin. Lê belê şandeya dadgehê bi îdiaya "tehrîka nerewa” cezayê kujer Cemal Metîn Avci daxist 23 salan ku tenê dê 14 salan di girtîgehê de bimîne. Her wiha ji bo birayê kujer Cemal Metîn Avci, Mertcan Avci jî biryara beraetê hatibû dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Muglayê da zanîn ku ev biryar birine Dadgeha Îstînafê.
Endama Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê Gulsum Nazlioglu û endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Leyla Kalin der barê doza Pinar Gultekîn de nirxandin kirin.
Tevî hemû delîlan ceza daxistin
Gulsumê her wiha da zanîn ku gumanbar dema li Çelê leşkerî kiriye di serdegirtina Aktutunê de cih girtiye û piştre dermankirina psîkolojîk dîtiye û wiha dirêjî dayê: “Sedema vê daxistina tahrîka bêmaf vedibêje. Di dosyayê de tu tiştekî ku tahrîka bêmaf ferz bike tune ye. Ev îfadeyên bi zanebûn hatine dayînê ne. Kujer ji dewletê hêzê digire. Hun dibêjin qey şerê li herêmê nayê rojava. Li beramberê ‘te ji min re ev kir ez jî vê xelatê didim te’ tahrîka bêmaf danê.”
Em ne di ewlehiyê de ne
Gulsumê got doz tenê çûye mijara paqijkirina namûsa Pinarê û got: “Çima qeydên telefona kujer û ên alîkarî dan wî nehatine girtin. Di vê pêvajoyê de her kesî karê xwe kir. Lê me, malbata Pinarê û jinan têkoşîn meşand. Em dimeşin. Kujer wê 10 salan rêzê. Em bi 5 kesên din re jî li heman bajarî dijîn. Em ne di ewlehiyê de ne. Gumanbarê sereke yê Gulîstan Doku, Zaynal Abakarov, gumanbarê kuştina Îpek Er, Musa Orhan bi polîtîkayên bêcezabûnê niha li derve digierin. Qetikirina jinan parçeyeke stratejiya şerê taybet e. Ger ku dewletê ev kes neparastibûna wê niha wisa rehet ev îfade nedana. Bi vê biryara doza Pinarê di rastiyê de ceza dane hemû jinan. Ev jî ancax bi rêxistinbûna jinê dikare bê çareserkirin.”
‘Dixwazin li Kotekliyê xanî kirê bikin’

Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de mînaka bûyera Îpek Er, Gulîstan Doku jî da û diyar kir ku qetikirina jinên kurd ji polîtîkayên şer serbixwe nîne. Leylayê li dijî van êrîşên li hember jinên banga têkoşîna yekbûyî li hemû jinan kir.