
Piştî erdhejê newekheviya di perwerdehiyê de hat jiyîn
- 09:05 10 Îlon 2023
- Rojane
AMED - Dema perwerdehiya nû dest pê kir û mamosteyan der barê mafê perwerdehiya ji bo zarokên herêma erdhêjê axivî û diyar kirin ku newekheviya berê hebû bi erdhêjê re girantir bûye û gotin divê çareseriyên mayînde hebin.
Sala pewerdehiya nû ya 2023-2024’an roja duşemê dest pê dike. Lê ji ber krîza aborî malbat nizanin ku hewcedariyan çawa peyda bikin. Li aliyê din jî li herêmên erdhêjê ji şert û merc hîna jî nehatine başkirin. Rêveberên Sendîka Kedkarên Perwede û Zanistê (Egîtîm Sen) pirsgirêkên zarokan yên ku piştî erdhêjê hatine jiyîn nirxandin.
Daneyên îstatîstîkî tûne ne
Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Dîlokê Gulfîdan Ozpolat, diyar kir ku îstatîstîkên der barê ku piştî erdhêjê xwendekar çûne ku derê nayên zanîn û piraniya xwendekaran çûne bajarên din û di astên ku nikarin xwe bigihînin dibistanan de ne. Gulfîdanê ev tişt diyar kir: “Li van navçeyan mirovên di kon, konteyniran de dijîn hene. Dibistanên ku zarokên wan diçinê hene. Li wan herêman piranî dibistan hatine hilweşandin. An jî biryara hilweşînê hatine girtin. Daneyên zelal tûne ne. Bi qasî agahiyên me ji derdorê girtine, zarokên naçin dibistanan jî hene. Der barê vê de çareseriyek jî tûneye.”
Tayînkirina şêwirmendên psikolojik
Gulfîdan, da zanîn ku zarok, malbat û mamosteyên xaniyên wan hilweşiyan, dibistanên wan hilweşiyan pêvajoyek travamtîk a cidî jiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li bajaran ji bo travmayên zarokan xebat kirin. Kêmasiyek wisa derket holê. Mamosteyên ku mala xwe winda kirine, erdhejzedene nikarin pêvajoya rehberiyê bikin. Divê di vê qadê de kesên pispor peywirê bikin. Divê şêwirmendên psikolojik bên tayînkirin. Li welat gelek tişt li ser kaxizan tên kirin. Di vî alî de xebat qels dimînin. Di pandemî û erhdjê de tişta ku ewil tê kirin girtina dibistanen. Lê divê dibistan bên vekirin. divê kêmasî bên çareserkirin û dibistan perwerde bidome.”
‘Bi pergala perwerdehiyê re rewşa heyî’
Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim jî balkişand ser pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de û wiha dirêjî daye: “Pergala heyî di alî zarokan de gelek newekheviyan dihewîne. Di vê pergala newekhev de di şertên karaset û pandemiyan de ev girantir dibe. Piştî erdhêjên 6’ê Sibatê şûnde me ev bi aşkera dît. Newekhevî pir giran bû. Di alî xwegîhandina perwerdehiyêde pirsgirêkên cidî hatin jiyîn. Wezareta perwerdê got dibistan saxlemin lê der barê vê de agahiyek parve nekirin. Piştî erdhêjek evqas giran, malbat nikarin bi wezaretê bawer bikin û zarokên xwe bişînin dibistanan. Divê dibistan wek qadên parastinî bên dîtin. Zarokan travmayên cidî jiyan. Lê mixabin li dibistanan jî piştgiriya psîkojîk nedîtin. Pirsgirêka xwendekarên hatin neqil kirin hebûn. Piranî çûn bajarên cuda. Gelek xwendekar li bajarên bicih bûn pirsgirêk jiyan. Mixabin çareseriyek mayîn de di alî pergala perwedehiyê de tûneye.”
‘Mafê perwerdê hat astengkirin’
Aktîvîsta mafê zarokan Ezgî Koman jî der barê mijarê de diyar kir ku piştî erdhêja 6’ê Sibatê şûnde gelek zarok bi bandor bûne û hîna jî pêvajoyek zehmet heye û wiha bi lêv kir: “Ji tundiya zayendî bigirin heta bazirganiya zarokan gelek rîsk didomin. Di mafê perwerdehiya zarokan de astengî çêbûn. Der barê vê de divê hinek bername pêk bên lê mamote ji bo vê çiqas amadene em nizanin.Divê zarok xwe di ewlehiyê de hîsbikin. Di vê mijarê peywirek mezindikeve ser mamosteyan jî.Divê zarok di alî psîko-civakî de bên xurtkirin. Divê bernameyên taybet pêk bên. Bêguman divê hikûmet vê bike. Ev mijarek gelek girîng e.”