Çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 67'an de ye
- 09:13 1 Sibat 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi dirûşma, " Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dane destpêkirin di roja 67'an de dewam dike.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 34 roj in agahî jê nayê girtin û li grava Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, greva birçîbûnê ya ku hatiye destpêkirin di roja 67'an de dewam dike.
Girtiyan di çarçoveya pêngava, " Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn.