Li dijî êrişên dewleta tirk daxuyanî hatin dayin
- 14:14 1 Sibat 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê û bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gerîla, bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin û bang kirin ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta tirk bê nîşandan.
Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya çekdarên PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî, şermezar kirin.
Şênî, nûnerên partî û saziyên sivîl ên her bajar û navçeyan tev li wan çalakiyan bûn.
Di daxuyaniyan de êrişên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li partî û hêzên siyasî hat kirin ku helwesteke cidî û hevgirtî li hember sûcên dewleta tirk nîşan bidin.