Nobetên Edaletê li Êlih û Mêrdînê dewam dikin
- 16:39 7 Sibat 2024
- Rojane
ÊLIH / MÊRDÎN - Nobetên Edaletê li Êlih û Mêrdînê dewam kirin. Di nobetê de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
Li Êlihê Nobeta Edaletê di roja 7'an de li avahiya DBP'ê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, Hewldana 78'an, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, HDP û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.
Piştî axaftinan nobetê bi stran, tilîlî û çepikan dewam kir.
Mêrdîn
Gelek welatî hatin serdana Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê. Hat gotin wê meşvanên azadiyê di 8'ê Sibatê de li Nisêbînê bin û li Qoser û navçeya Artukluyê dewam bikin û banga tevlibûnê hat kirin.
Di çalakiyê de hat gotin heta Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin.