Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
- 21:45 20 Sibat 2024
- Rojane
STENBOL- Hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di saetên serê sibê de bi ser DEM Partî ya Esenyurt a Stenbolê de hat girtin û hevserokên wê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin binçavkirin. Bahar û Fatîh ku derxistin dadgehê hatin girtin.
Her wiha pirtûk, kovar û kompîturên li rêxistina DEM Partiyê hatibûn desteserkirin.