Meclisa Gelan qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî derxist
- 16:01 22 Sibat 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 beşan û 11 madeyan pêk tê. Di nav de pênase, erkên dadgehê, sazûmaniya wê, usula kar û xebatên dadgehê, mafên wê û biryarên wê hene.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêşemê (20'ê Sibatê) Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêmê di civîna xwe ya bi hejmar 93 derxist. Desteya Serokatiya Meclisa Gelan, endamên wê yên li kantonan, endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî tev li civînê bûbûn.
Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qanûn ji dîroka hatiye derxistin, kete meriyetê.