Jinên erdhejzede 8'ê Adarê di konteyniran de pêşwazî dikin

  • 09:03 3 Adar 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
SEMSÛR - Demek hindik ji 8'ê Adarê re man. Jin bi zehmetiyên curbecur vê rojê pêşwazî dikin. Jinên li herêma erdhejê jî bi zehmetiyeke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jina penaber Hatice Hacioglan, bi gotinên "Ez ji Sûriyeyê ji mirinê reviyam lê belê li vir mirinê bi qirika min girt" rewşa erdhejzedeyan pênase kir. Haticeyê bi serjimara xwe ya 18 kesî ji ewlehî û paqijiyê dûr di konteynirê de hewl dide li ser piyan bimîne. 
 
Erdheja Mereşê ya di 6'ê Sibatê de salek li dû xwe hişt. Li cihê erdhej lê pêk hat jiyan hîn venegeriyaye halê xwe yê berê. Bi hezaran erdhejzede di konteyniran de jiyana xwe didomînin. Erdhejzede di warê tendirustî û mafên bingehîn ên jiyanê de zehmetiyan dikşînin. Yek ji bajarên herî zêde di bin bandora erdhejê de ma jê Semsûr bû. Her wiha penaber jî gelekî di bin bandora erdhejê de man. 
 
Erdhejzede di nava şert û mercên dijwar de hewl didin li ser piyan bimînin. Ev yek ji bo penaberên li herêma erdhejê hîn zehmet e. Em niha ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Di pêvajoya 8'ê Adarê de me li rewşa jinên penaber ên li Yenmahalleya Rêya Derûdorê ya 3'yemîn a Semsûrê mêz kir. Ji ber rewşa konteynirên AFAD'ê pir zehmet e loma jî penaber naxwazin di konteyniran de bimînin. 
 
Di bajarên konteyniran de yên ji aliyê dildaran ve hati avakirin kurd, ereb, turkmen ên penaber dimînin. Gelek jê penaberê Rojavayê Kurdistanê ne. Li vê qadê saziyên wekî Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA), Komeleya Hêviyên Rengarenk, Komeleya Jinan a Rosayê, rêxistinên civaka sîvîl di çarçoveya projeyê de ji bo zarokên penaber çalakiyên çandî û hunerî çêdikên. Gelek dildar di van konteyniran de dixebitin û navê "Zarokên Cîhanê" li vê konteynirê kirin. 
 
Em bi penabera bi navê Hatice Hacioglan (63) a turkmen a ji Sûriyeyê hatiye û bi zarok, hevjîn û neviyên xwe di konteynirê de dimîne, axivîn. 
 
10 sal berê hat Semsûrê
 
 
Haticeyê piştî DAÎŞ dikeve Sûriyeyê di 2014'an de ji Hamayê tê Tirkiyeyê. Ew û malbata xwe 10 sal in li Semsûrê dijîn. Haticeyê da zanîn dema ew tên Tirkiyeyê 7 salan di wargeha penaberan de dimînin û di 6'ê Sibatê de dema li mala xwe ya li Taxa Turgut Reis dimînin erdhej çêdibe. Piştre mala wan xera dibe. Haticeyê da zanîn ji nû de dest bi jiyanê kirine û got lawê wê bûka wê û du neviyên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Haticeyê wiha got:"Di erdhejê de neviyekî min birîndarî rizgar bû û ew jî bi tedawiyê sax ma. Em ketin nav rewşeke gelekî xirab. Em bê av bê ceyran man. Em di bin sermayê de man. Neviyên min di bin şertên zehmet de jiyan. Piştî em hatin bajarê konteynirê hinekî din jiyana me ji zehmetiyê dûr ket. Niha zarok hîn baş in. Lê êşa erdhejê pir kûr e. Êşa me gelekî mezin e. "
 
'Ji ber em tirkmen bûn me qebûl kirin'
 
Haticeyê bi lêv kir ku dema şer dest pê kiriye bi 22 kesî re hatine Tirkiyeyê û wiha domand:"Em li Sûriyeyê di nava tirsekê de dijiyan. Her roj bombe li derekê direşiya. Em bi tirsê radiketin û radibûn. Me nikaribû xwarin bixwara. Dema me xwarin dadigirt bombe dibarandin. Me xwarin li erdê hişt û em reviyan derve. Me ava xwe girt û em çûn binê daran. Heta em hatin vira me di rê de zehmetî kişand. Li vir ji ber em tirkmen bûn alîkariya me kirin. Me hêvî dikir şer biqede lê hîn şer dewam dikir. Dema em hatin Tirkiyeyê em berê hatin Reyhanliyê. Wir me qebûl nekir me şandin konbajarê Osmaniyeyê. Wir jî me qebûl nekir û me şandin Semsûrê. Ji wê çaxê de ye em vir in. Ji ber em tirkmen bûn me qebûl kirin. Gotin ev ji me ne. Li vir 7 salan em di konan de jiyan. Piştre gotin kon hatine qedexekirin. Gotin kesên dixwazin dikarin herin Kîlîsê yan jî li vir malan kirê bikin. Me li vir mal kirê kir. "
 
'Em ji Sûriyeyê ji mirinê reviyan lê belê mirinê li vir bi qirika me girt'
 
 
Haticeyê da zanîn ew ji Sûriyeyê ji mirinê reviyane lê belê li vir mirinê bi qirika wan girtiye û wiha domand:"Em li mala xwe bûn tiştek nebû. Ez çûm mala kurê xwe. Mala wan xira bûbû. Kurê min ji hundur bang dikir. Me nikaribû tiştek bikira. Pir qêriya lê me nikaribû tiştekî bikira. Li ber çavên me mir. Rojekê di wir de ma. Du roj şûnde hatin derxistin. Wexta derxistin dijiya lê piştre mir. Bûka min miribû. Neviyekî min jî dijiya. Piştre birin nexweşxaneyê lê me nizanîbû li ku ye. Wenda bûbû. Me li gelek cihê nihêrt û pirs kir. Piştre gotin miriye. Me mehek şûnde cenaze girt. Kurê min bûka min û zarokên wan mirin. Neviyekî min bi birîndarî rizgar bû. Milê wî şikestibû. Hat tedawîkirin. "
 
Haticeyê da zanîn ev pênc meh in ew li bajarê konteynirê diijîn û nikarin derkevin derve. Haticeyê diyar kir ku zarokên wan li qada konteyniran dilîzin lê belê ji ber derûdor bi têl in di warê ewlehiyê de bi fikar in û got pirsgirêka paqijiyê heye, nikarin serê xwe bişon, spî dikeve serê zarokan û pêdiviya wan ji cilşoyê heye. 
 
Haticeyê bi lêv kir ku ew dixwazin şer biqede û vegerin Sûriyeyê û got ji ber şer ew nikarin biçin û dema ew herin wê bên kuştin.