Sebahat Tuncel: Dem dema avakirina jiyaneke nû ye
- 09:08 3 Adar 2024
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Sebahat Tûncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya ku lê girtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam da û diyar kir ku derketina ji vê tarîtiyê gengaz e û got: "Ev têkoşîn û berxwedana ku hêviyê zindî dike, îradeya avakirina siberojê nîşan dide û dem dema avakirina jiyaneke nû ye."
Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nameyek ji JINNEWS'ê re şand.
Di nameyê de wiha hat gotin:
“Em careke din 8'ê Adarê Roja Jinan li zindanan derbas dikin. Di dema nivîsandina gotara 8'ê Adarê de, axaftina min a 6'ê Adara 2013'yan a li Meclîsê hat bîra min. Axaftina min a li Meclîsê wiha ye: 'Îro bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinê li qadan in, ji bo xebateke wekhev, demokrasî, wekhevî û azadiyê daxwaza mûçeyên wekhev dikin. Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) îsal bi dirûşma "Ji Rozayan heta Sakîneyan rêya we rêya me ye, têkoşîna we têkoşîna me ye" li qadan e. Helbet hevalên me yên jin jî hene ku îro nikarin li kolanan bin. Nêzî 300 hevalên me yên jin, hevalên me yên ku bi me re têkoşînê didin, siyasetê dikin, parlamenter û şaredar in, di girtîgehê de ne.
Zext bûye sîstematîk
Sala 2024’an e, li Tirkiyeyê ne daxwazên jinan guherî, ne jî qetlîamên jinan û tundiya li ser jinê ji holê rabûn, ne jî zindan hatin valakirin. Di vê 11 salan de jiyana jinan hîn dijwartir bû. Dema ku AKP'ê di sala 2015'an de maceraya diyalog û muzakereyê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re bi dawî kir û dest ji maseyê berda, polîtîkayên dijminatiya kurdan û zayendperestiyê xistin meriyetê. Bûyerên tundî, cudakarî, tacîz û destavêtina li ser jinan zêde bûne. Berdêla krîza aborî ji aliyê kedkarên xizan û bi taybet jinan ve tê kirin. Zext, binçavkirin û girtina jinên muxalîf û jinên kurd bûye sîstematîk.
Jin hatin hedef girtin
Di 11 salan de bi hezaran jinên Kurd rastî tacîz û tundiya dewletê hatin. Saziyên me yên jinan, pêkhateya me ya jin a rêxistinkirî bûn hedef û hatin krîmînalîze kirin. Xebatên DOKH, KJA, TJA, xeta me ya azadiya jinê, polîtîkayên me yên jinan hatin darizandin û tên darizandin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Tevgera Jinên Kurd, tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan weke hincet pergala hevserokatiyê, desteserkirina saziyên jinan ên di nava şaredariyê de hatin vekirin, girtina wekîl, hevşaredar û aktîvîstan sîstematîk bûne. Şîdeta mêr-dewlet-edlî ya li hemberî jinên kurd ne tenê bû sedema windakirina jinên kurd. Wî hemû Tirkiye winda kir. Zext, çewisandin û polîtîkayên li dijî tevgera jinên kurd ku li dijî pergala kapîtalîst a serdest a mêr pêkhateya herî birêxistinkirî ye, li Tirkiyeyê jî bû sedem ku tevgerên jinan qels bibin.
Mezinkirina piştevaniyê
Lê belê tevî hemû zext û polîtîkayên hovane yên dewletê, em weke jinên kurd têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan bilind bikin û li tax, kolan, qadan û zindanan li dijî faşîzmê û desthilatdariya mêr li ber xwe bidin. Em hewl didin têkoşîna aştiyê ya jinan bilind bikin û tevgera aştiyê li dijî rejîma qeyûm, sîstema îşkenceya Îmraliyê û polîtîkayên şer ên li dijî kurdan, dagirkeriya Îsraîlê ya li Filistînê, dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistan Federal a Iraqê. Ji bo xurtkirina têkoşîna tevgera aştiyê ya li dijî polîtîkayên şer ên ku mirin, şîdet, xizanî, tacîz, destavêtin, cudakarî û nîjadperestiyê ji bo jinên Tirkiyeyî derdixe pêş, ji bo xurtkirina hevgirtina li dijî şer, li dijî tundiya darazê ya mêr-dewletê ya li ser jinên Kurd mezinkirin piştevaniyê...
Siyaseta serdest a mêr dê bê guhertin
Qirkirina jinê siyasî ye. Li Tirkiyeyê her roj herî kêm du-sê jin tên qetilkirin. Ne tenê jin, zarok jî tên qetilkirin. Şîdet li hemû civakê belav bûye û rizandiye. Ev bûyer ne ji polîtîkayên tifaqa zilamên faşîst ên AKP-MHP-Ergenekonê serbixwe ne. Polîtîkayên zayendperest, neteweperest, olî û mîlîtarîst ên ku zilamtiyê pîroz dikin, dibin sedema komkujî û koletiya jinê. Pêla refah û şîdetê ku ne tenê ji bo jinan ji bo hemû civakê cihê nefesê ji jinan re nahêle, di civakê de dibe sedema hilweşîna exlaqî-polîtîk û helandina nirxên Îmraliyê. Ev newekhevî, zordarî û baviksalarî kûrtir dike. Ji ber vê yekê, ma gengaz e ku mirov ji vê tarîtiyê derkeve? Helbet mimkûn e. Ji bo derketina ji vê tarîtiyê yekem tişt bi rêxistinkirin û civakîkirina xeta azadiya jinê ye. Ger tundiya li ser jinê, cudakarî û kuştina jinan siyasî bin, wê demê pêwîste pêşî li têkoşîna siyasî were bilindkirin û siyaseta serdest a mêr were guhertin.
Hevserokatî û temsîliyeta wekhev
Derfetek li pêşiya me heye ku em siyaseta desthilatdariya mêr biguherînin. Em dikarin di hilbijartinên herêmî de destekê bidin têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê. Destkeftiya DEM Partî ya ku li ser bingeha hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêk tê, di hilbijartinên herêmî de jî wê bibe destkeftiyên jinan. Weke jin em ji sifirê dest pê nakin, jinan di her qonaxên dîrokê de li dijî desthilatdariya mêr li ber xwe dane û li ber xwe didin.
Jin jiyan azadî
Ev têkoşîn û berxwedan e, dem dema avakirina jiyaneke nû ye ku hêviyê zindî dike û îradeya avakirina siberoja xwe bi destên xwe xurt dike. Ji bo vê jî ya ku divê bê kirin ew e ku weke jinên ku li dora dirûşma 'Jin jiyan azadî' kom dibin li hev kom bibin; Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên ku dibêjin azadî û jiyana azad bi hev re tevdigerin pîroz dikin. Jin jiyan azadî."