Li Bazîdê şahiya jinan: Em ê bibin hêvî
- 15:24 3 Adar 2024
- Rojane
AGIRÎ - Li Bazîdê bi minasebeta 8’ê Adarê di şahiya jinan ku hat lidarxistin de peyama, “Jina kurd roleke mezin dilêyze. Em ê bibin hêvî” derket pêş.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li ber buroya hilbijartinê ya li Kolana Înegolê ya navçeya Bazîda Agiriyê şahiya jinan li dar xist. Parlamentera DEM Partî ya Agiriyê Nejla Demîr, rêxistinên navend û navçeyê û gelek jin bi cilên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn. Jinên ku li avahiya DEM Partî ya Bazîdê kom bûn bi pankata “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye” û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Jinan” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin heta buroya hilbijartinê meşiyan. Jinên ku gihiştin buroya hilbijartinê li vê derê bi çepikan govend gerandin û govenda wan a azadiyê her ku çû mezin bû. Piştî gerandina govendê axaftin hatin kirin.
‘Jina kurd rola herî mezin dilîze’
Destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hamîde Temel axivî û diyar kir ku jin ked û têkoşîneke mezin didin û wiha got: “Jinên kurd hem li zindanan hem jî li derve têkoşîna xwe didomînin. Jina kurd îro rola xwe ya herî mezin dilîze. Em ê li Bazîdê jî weke her qadên têkoşîna xwe li dijî xiyanetkaran û desthilatdariyê bidomînin. Em dibêjin 'Jin Jiyan Azadî'. Di 31’ê Adarê de gelê Bazîdê wê berxwedana xwe nîşan bide.”
‘Em ê bibin hêvî’
Namzeta Hevşaredariyê ya Bazîdê ya DEM Partiyê Aygul Aşan jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka roja 8’ê Adarê û got 8’ê Adarê her çiqas sembol be jî jin di her qadê de li ber xwe didin. Aygul, wiha domand: “Hûn jî dizanin ku têkoşîna jinê ya herî dijwar û bi zehmet li erdnîgariya me, li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin. Jinên ku li erdnîgariya me bi dehan sal in li berxwe didin, ji bo Kurdistan û Tirkiyeya demokratîk bê teredut canê xwe feda kirine. Lê em jinên kurd ku meşaleya hêviyê di destên me de ye, em ê her bajar, her kolan û her cihî veguherînin keleha berxwedanê ya mezin. Di vê pêvajoya dijwar de em ê bibin hêvî.”
‘Her roj roja jinê ye’
Herî dawî Parlamenter Nejla Demîr axivî û wê jî bal kişand li ser giringiya 8’ê Adarê û bi lêv kir ku ji bo wê yekê 8’ê Adarê rojeke xemgînî û dirokî ye. Nejla, destnîşan kir ku 8’ê Adarê aliyekê ve jî bi hêza jinê ve hatiye naskirin û wiha pê de çû: “Ew roja dîrokî li hemû welatan li ser navê jinên kedkar tê bîranîn. Ji bo 8’ê Adare hersal di her bajarî da, navçeyan de bajarokan da jin bi awayekî rêxistinî tên ba hev û hêzê didine hêza jinan. Lê belê em dizanin rojek tenê na her roj roja jinê ye. Ne bi tenê rojekê her roj jin kedkar e. Ji bo wê yekê em dibêjin hêza jina bila li her derê bê naskirin. Ji hevseroketîya rêveberiya bajaran bigrin rêveberiya navçeya heta hevşaredarîtiya di rêveberiyan de wekhevî çêbûye û em dixazin hemû hevalên jin li wî mafên xwe xwedî derbikevin. Tekoşîna jinan her sal mezin dibe. Ew hevalên jin ew tekoşerên cîhanê ku berxwedana mezin dane. Hevlên jin girtîyên di zindanada berxwedana xwe berdewam dikin ez ji wan re slavên xwe dişînîm. Rêya azadîya jinê rêya heqîqetê ye. Ew rê rêya me ye. Em zanin cihan jî zane ew sedsala nû sedsala jinê ye û di vê hilbijartina 31’ê Adarê de jî bi hêza jina di sindoqan de DEM Partî xurt derkeve.”
Piştî axaftinan, şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.