Nagîhan Akarsel li cihê hat qetilkirin hat bibîranîn
- 20:59 3 Adar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Başurê Kurdistanê jinan bi wesîleya 8’ê Adarê akademisyen û rojnameger Nagîhan Akarsel li cihê hatibû qetilkirin bibîranîn û qûrnefîl danîn.
Endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Kongra Star û dayikên laçik sipî, akademisyen û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê hatibû qetîlkirin bibîr anîn û qûrnefîl danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin.
Di bernameyê de dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin û soza wê têkoşîna wê bê domandin hat dayîn.