Xwebûn bi manşeta “Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
- 09:15 4 Adar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 220’an a Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Di şoreşê de şoreş ava kirin” bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û pêşengiya jinên kurd a 8’ê Adarê.
Rojnameya Xwebûnê ku bi kurdî û heftene weşanê dike, bi hejmara 220’an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê manşeta “Jinên kurd li Rojava deriyê azadiyê vekirin: Di şoreşê de şoreş ava kirin” derxist pêş.
Rojnameyê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi Berdevka Kongra Star Rihan Loqo re hevpeyvîn kir û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a Rojava.
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da nirxandinên namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk a der barê pergala Hevserokatiyê de. Rojnameyê bi minasebeta 8’ê Adarê cih da nivîsa Adar Gulan a bi sernavê “Dîroka têkoşîna 8’ê Adarê.”. Nivîskarên rojnameyê Şîndar Akinci bi sernavê “Berxwedana jinên kurd”, Eylem Şoreş bi sernavê “Sedema têkoşînê!” bal kişandin ser têkoşîna jinan.