Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didomin
- 21:04 6 Adar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi coşeke mezin didomin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê, çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.
Hol
Kongra Star a navçeya Holê broşorên li ser 8ˊê Adarê li dikan, mal û şêniyên navçeyê belav kirin. Komîteyan diyar kir ku di broşoran de agahiyên li ser dîroka roja 8'ê Adarê û girîngiya wê rojê di têkoşîna jinan de hatine diyarkirin.
Dêrazor
Li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê konekî folklorî hat vegirtin. Tê de cil û bergên folklorî û karên destan ên jinên Dêrazorê ku balê dikişînin ser reseniya kultûra herêmê û rola jinan di parastina wê de, hatin pêşkêşkirin.
Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Mewran destnîşan kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wê ya niştîmanî rola jinan vejand û diyar ku şoreşê jin gihandin astên herî bilind ên berpirsiyariyê.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa wiha axivî: "Me destkeftiyên şoreşê ku jin beşdar bûne bi dest xistin. Êdî jin dibin hevserok di Rêveberiya Xweser de û xwe di hemû qadan de îsbat kirin."
Şahî bi lîstikeke şanoyê li ser rola jinan û têkoşîna wan di hemû qadan de bi dawî bû.
Heleb
Li Helebê endamên jin ên Komîteya Çalakiyan û Meclisa Rêveber a Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folklorî li pêşiya navenda kongrayê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û berê xwe da navendên Meclisa Malbatên Şehîdan, Parastina Cewherî, Federasyona Gaziyan, Hêzên Ewlelariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û roja 8'ê Adarê li wan pîroz kir.
Her wiha li hersê bendên kontrolê yên Hêzên Ewlelariya Hundirîn ên taxê dar çandin. Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şevbuhêrkeke helbestan li hola 8'ê Adarê li dar xist. Tê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn. Di şevbuhêrkê de hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid li ser roja 8ˊê Adarê axivî.
Piştre koma muzîkê li keman û tembûrê dan, jinan helbestên li ser jinên berxwedêr xwendin û Koma Şehîd Sosin Bîrhat govendên folklorî pêşkêş kirin.
Şehba
Li Şehba û navçeya Şêrewa bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tevli 2 çalakiyên cuda bûn. Di çalakiya li navçeya Til Rifetê de rêvebera Kongra Star Nazliye Reşo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Jinan bi rêya fikrên Abdullah Ocalan li dijî pergala baviksalarî tê koşiya."
Nazliye Reşo banga bilindkirina asta têkoşînê kir. Her du çalakî bi gerandina govendê bi dawî bûn.
Şam
Di heman çarçoveyê de Kongra Star a paytexta Sûriyê Şamê rêzeçalakî bi beşdariya bi dehan jinan li taxa Zorava li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser şoreşa jinan, têkoşîna wan li dijî hişmendiya baviksalarî.
Beşdaran destnîşan kir ku jinên Kurd bi saya fikrên Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin û soza şopandina fikrên Abdullah Ocalan û doza azadiya jinan nû kir.
Çalakî bi siloganên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bûn.