Ji Halise Aksoy peyama 8'ê Adarê: Em natirsin
- 14:11 8 Adar 2024
- Rojane
AMED - Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Meydana Îstasyonê bi tevlibûna bi sedan jinan mîtinga 8'ê Adarê hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Meydana Îstasyonê bi tevlibûna bi sedan jinan bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî re ber bi azadiyê ve" mîtinga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di mîtingê de pankartên "Jina azad zimanê azad","Bi nêrîna jinan cihan ronîtir dibe","Bijî piştgiriya jinan","Em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israr in","Keda me, bedena me, nasnameya me ya me ye" hatin hilgirtin. Jin bi kincên xwe yên kurdî tevli mitingê bûn. Di mitingê de jinan lîrandin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.
Beşdar
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Tevgera Jinên Azad (TJA), namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dayikên Nobetên Edaletê, Komeleya Jinan a Rosayê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl û bi sedan jin tevli mitinga 8'ê Adarê bûn.
Jin bi meşê ketin qadê
Jin li Parka Hazalê ya Ofisa Amedê hatin gel hevdu û li vir bi awayekî kortej derbas bûn. Jin bi pankartên "Şoreşa me şoreşa jinê ye" û "Jin jiyan azadî" meşiyan. Jinên Nobetên Edaletê pêşengiya meşê kirin.
Ji jinên serî natewînin re peyam
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray a li ser navê Komîteya Tertîpê ya Mîtîngê axivî wiha got:"Bi sed salan e gelê kurd tê înkarkirin, tê xwestin bê tunekirin. Ev jî di destpêkê de ji zimanê kurdî dest pê dike. Me ev yek di pratîka qeyûmên tayînî ser şaredariyên me bûn jî dît. Qeyûman di destpêkê de êrişî jinan û ziman kir. Bila her kes bizanibe kurd hene. Em koletiyê qebûl nakin."
Piştî Sultanê li ser navê Dayikên Aştiyê Muruvvet Demir girtiyên di greva birçîbûnê de ne silav kir û got ew di aştiyê de bi israr in.
'Divê ev dewlet hesab bide'
Besna Tosun a li ser navê Dayikên Şemiyê axivî wiha got:"Ez li ser navê Dayikên Şemiyê yên ji bo xizmên xwe yên hatin windakirin gavek jî paşve neavêtin, we silav dikim. Divê ev dewlet hesab bide."
Peyama Halise Aksoy
Piştre peyama Halise Aksoy a ku cenazeyê kurê wê Agit Îpek bi kargoyê teslîmî wê hat kirin û niha di Girtîgeha Jinan a Amedê de ye hat xwendin. Haliseyê got:"Ez 8'ê Adara we hemûyan pîroz dikim. Ez hêvî dikim ev sal xwişk û biratiyê aştiyê bîne. Ez ne li gel we me lê belê rihê min li gel we ye. Ev mehek e bi awayekî neheq di girtîgehê de me. Sûcê min xwedîderketina li hestiyê lawê min e û bihîstina dengê min e. Li vî welatî heq û hiqûq tune ye. Kesên bêhiqûqiyê dikin li derve ne. Ew çiqas jî bi ser me de bên em natirsin û we silav dikim. "
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitînga li Qada Stasyonê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê lidarxistin de axivî. Hatîmogûllari, beşdar bi kurdî silav kir û wiha got: “Hûn hemû bi xêr hatin, ser çavan hatin. Merhaba gelî jinan, merhaba Dayikên Aştiyê, merhaba dayikên me yên di Nobeta Edaletê de, merhaba jinên hêja yên xwe fedayî vê têkoşînê kirin. Silav li hemû jinên seranserî cîhanê. Silav ji Sakîneyan re, ji Pakîzeyan, ji Fîgenan, ji Gultanan, ji Sebahatan û ji hemû jinên di zindanan re.”
‘Ev 5 hezar sal in em li dijî vê pergalê têdikoşin’
Tulay, anî ziman ku ev 5 hezar sal in jin di bin pergala mêrê serdest de tên eziqandin û keda wan tê xwarin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Di heman demê de ev 5 hezar sal in em li dijî vê pergalê têdikoşin, me serî netewand û mohra xwe li têkoşîna dîrokî da. Keda me hate xwarin, tundî li me hate kirin, em hatin qetilkirin lê me tu caran serî netewand. Êrişî pergala me ya hevserokatiyê kirin lê me tu caran serî netewand. Silav ji hemû jinên di têkoşîna azadiyê de bedel dayîn re, silav ji kesên bi xweliya xwe dîroka 8’ê Adarê nivîsandin û diyarî me kirin re.”
Em jin dê dev ji parastina Peymana Stenbolê bernedin
Di berdewamê de Tulay got ku jin di her qadên jiyanê de rastî zext, komkujî û tundiyê tên û Gulistan Doku û jinên hatine qetilkirin bi bîr xist. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo valaderxistina polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandin, li Qada Amedê bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diqîrin. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin dê tu caran dev ji mafê xwe yê jiyanê bernedin. Em jin dê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê serî netewînin. Em jin dê dev ji parastina Peymana Stenbolê bernedin, dê dev ji parastina qanûna hejmar 6284’ê bernedin. Em ê dev ji mafê xwe yê nefeqeyê bernedin.
Qeyûman herî zêde êrişî polîtîkayên me yên jinan kirin
Jinên hêja, weke DEM Partî û hemû hêzên bi me re dixebitin, me got ku pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Êrişa herî mezin a li dijî vê pergalê, bi rejîma qeyûman re dest pê kir. Qeyûman herî zêde êrişî polîtîkayên me yên jinan kirin. Hewl dan pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bidin ber nîqaşê. Lê em jin dê destûrê nedin vê. Niha li Kurdistanê 5 hezar namzetên me yên hevşaredariyê û namzetên rêveberiyên herêmî yên jin hene. Li Tirkiyeyê tu partiyan nekarîn vê yekê pêk bînin. Ya ku ev yek pêk anî ne tenê partî, vîna we jinên hêja ye.
Meclisên jinan mîsogeriya vê ne
Hevalên hêja; em ê li Amedê li dora namzetên xwe yên hevşaredariyê feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bînin. Em ê vê pergalê bi feraseta jinê bi hev re ava bikin. Meclisên jinan mîsogeriya vê ne. Em ew jinin ku me di 8’ê Adarê de ji xweliya xwe têkoşîn afirand.
Tu rejîmên mêran nikarin me têk bibin
Heta ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û hêza wan hebe dê tu rejîmên mêran nikarin me têk bibin. Bi qasî ku ji dest tê dixwazim bi zimanê dayikê bibêjim; Mehsa hate kuştin, nexêr bû al, Mehsa bû alaya hemû jinên têkoşer, bû alaya hemû jinan. Pora wê bû alaya têkoşîna me. Ew nemir di nav me de ye û em bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî’ berz bikin û Jîna Emînî dîsa bi bîr bînin. Heta ku ev têkoşîna jinan hebe, heta ku ev hêza wan a birêxistinkirî hebe ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistan û Rojhilata Nvaîn dê tu rejîmên otorîter ên zilaman nekarin me têk bibin. Jin dê bi ser kevin, em ê bi ser kevin.”
Piştre jî hunermend derketin ser dikê.