Navnîşana Newroza Stenbolê Yenikapi ye
- 10:22 12 Adar 2024
- Rojane
STENBOL - Wê Newroza li Stenbolê ya sala 2024'an bi dirûşma "Niha Dema Azadiyê ye" di 17'ê Adarê de li Qada Mitingê ya Yenikapiyê bê pîrozkirin.
Wê Newroza li Stenbolê ya sala 2024'an bi dirûşma "Niha Dema Azadiyê ye" û bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), HDK, DEM Parti
di 17'ê Adarê de li Qada Mitingê ya Yenikapiyê bê pîrozkirin.
Newroz diyarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
Do li Taksimê li otelekê deklerasyona Newroza Stenbolê ya 2024'an hat eşkerekirin û Newroza îsal diyarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.
Navnîşana îsal Qada Mitingê ya Yenikapiyê ye
Navnîşana Newroza îsal a Stenbolê Qada Mitingê ya Yenikapiyê ye. Wê çalakiya Newrozê saet di 13.00'ê de bê kirin. Wê Hevberdeka HDK'ê Esengul Demir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin.
Wê stranbêja Tunusî Emel Mathlouthi, Mikail Aslan û Murat Demir derkevin ser dikê