Ji DEM Partiyê bernameya fitarê
- 19:44 12 Adar 2024
- Rojane
MÛŞ - Rêxistina DEM Partî ya Muşê, bi gelek saziyên civak sivîl re di fitarê de hatin gel hev.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Muşê li bajar li saloke dawetê bi saziyên civaka sivîl re hat gel hev. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Sumeyye Boz, Sezaî Temellî, namzetên hevşaredariya Muşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez tevli fitarê bûn.
Sumeyye axivî û meha Rezanê ya kesên tevli bûye Pîroz kir. Sumeyyeyê daxuyakirin ku bila meha Remezanê bibe hêviya aştiyê û xwest jin di hilbijartinan de pişrgiriyê bidin wan.
Sezaî Temmellî jî axaftinek kir û got dem dema wan e û divê jî pergalê xilas bibin.
Piştî axaftinan fitar hat vekirin.