Peyama 2015'an: Dîrok û gel çareseriya demokratîk dixwazin

  • 09:08 13 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi peyamên Newrozê çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd datîne holê, di 2015’an de di peyama xwe ya li Amedê ku gihişt mîlyonan de got ‘Dîrok û gelên me ji me li gorî rihê demê çareseriyeke demokratîk dixwazin’ û ev gotin îro wek nexşeriyekê rojevîbûna xwe diparêze.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hewldanên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji salên 90’î de heta niha didomîne di bin tecrîda giran a Îmraliyê de xebatên xwe zêdetir hûr kir. Bi paradîgmays pêş xist ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo hemû çareseriya pirsgirêkên ku moderniteya kapîtalîst afirandiye çareseriyê datîne holê.
 
Abdullah Ocalan çareseriya van pirsgirêkan di peyamên xwe yên Newroza 2013-2014-2015’an de ji mîlyonan re anî ziman. Gel jî ev erê kir û qebûl kir.  
 
Di vê beşa nûçeyên ku me peyamên 2013-2014’an parve kir de, em peyama 2015’an parve dikin. 
 
“Ji hemû gelên me re; 
 
Ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. 
 
Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berovajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.
 
Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, xwişk û biratî û aşitiya bi rûmet a gelên welatê me, meşand; îro di şêmûgeke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye weke ku vala neçû, hatiye merhaleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratik û aştiyeke li gorî ruhê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolma Bahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayeke fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne. 
 
Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku teqrîben çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji çekê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibînim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komisyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji lijneya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serkeftî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya makezagonî, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana xwişk û biratiyê ya di nav aştiyê de. 
 
Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav davêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aşitiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye honandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we de, silavkirina merhaleyeke wisa ye. Lê belê, diyardeyên ku ji bo welatê me û gelê me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tije ye jî, derbasbar be. Rastiya kapîtalîzma emperyalist a bi giştî dused salên dawî, bi taybetî jî ya sed salî ev e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin; yanê li gorî politikaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhamet heta roja îro anî!
 
Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şiklê DAIŞ'ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzîdî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqiniyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.
 
Roj ew roj e ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratik, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.
 
Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serkeftina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ''Ruhê Eşmeyê'' dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; heke bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wek civak ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojaneyîtiyê bangeke hêja ye.
 
Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema xêrên mezin, silav dikim.”