Li Amedê xespkirina îradeyê hate protestokirin

  • 16:21 4 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
AMED - Bi hezaran kesan li Amedê tayînkirina qeyûman protesto dikin. 
 
Piştî qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê hatin kirin, bi hezaran kes li Amedê hatin gel hev û çalakî li dar xistin. Kesên li ser banga DEM Partî, DBP û TJA’yê hatin pêşiya Plazaya AZC ya li Semta Ofîsê, pankarta “Vîna gel nayê xespkirin em ê rê nedin qeyûman” hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Her der Mêrdîn-Êlih-Xelfetî ye, her der berxwedan e” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.