Li Peyasê ji bo zarokan perwerdehiya agirkujiyê

  • 14:56 6 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Zarokên li atolyeya Zarokan a ku di bin banê Gerînendetiya Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiyê dibînin, serdana Yekîneya Agirkûjiyê kirin.
 
Atolyeya zarokan a di bin banê Gerînendetiya Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiyê dide zarokan, bi zarokan re serdana Yekîneya Agirkûjiyê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Di serdanê de zarok bi kêf û heyecan li ser erka tîmên agirkujiyê, metirsiya şewatê û bi gelemperî li ser çawaniya parastina zarokan ji agir hatin agahdar kirin. 
 
Zarokan demek bi kêf û heyecan li Yekîneya Agirkûjiyê derbas kirin.