Li Mûşê serdana esnafan: Em qeyûm qebûl nakin

  • 14:35 7 Mijdar 2024
  • Rojane
 
MÛŞ - Rêxistina bajarê DEM Partiyê û Hevşaredarên Mûşê di serdana xwe de ji esnafan re polîtîkaya qeyûman şîrove kirin.
 
Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevşaredarên Mûşê Parlamenter Sezaî Temellî li Mûşê esnafan ziyaret kir. Di serdanê de polîtîkaya qeyûman ji welatiyên li kolanan re vegotin. 
 
Di serdanê de timî dirûşma "Diz qeyûm, hevkar AKP" hatin qîrîn.
 
'Em li dijî dagirkeran li qadan in'
 
Sezaî Temellî di serdanê de axivî û got, “Em zîhniyeta ku ji aliyekê ve gelê Kurd paşguh dike û ji aliyê din ve dibêjin 'Kurd birayên min in', qebûl nakin. Em desteserkirina vîna xwe qebûl nakin. Şaredarî yên me gel in, ji ber vê yekê em li dijî dagirkeran li her derê Tirkiyeyê li qadan in."