Di doza Narîn Guran de îfadeyên bi nakok

  • 18:08 7 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED- Di doza Narîn Guran ya hat qetilkirin de heta niha îfadeyên tên dayîn bi naqokiyê balê dikşînin. Dozgerê runiştinê  ji Yuksel Guran re got îfadeyên ku dide bi naqokin û ji bo hinek pirsan got ‘nayê hişê min.’
 
Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Di serî de Baroya Amedê, gelek serokên baroyan, parêzer, saziyên zarok û jinan, nûnerên komeleyan, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tevli bûn. 
 
Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Di heman demê de di hundirê edliyeyê de jî bariyer hatin danîn. Tenê serokên baroyan, parêzerên dozê û rojnaemger girtin salona runiştinê. Parêzerên li ber salona runiştinê dipan îzdîham jiyan û parêzeran gotin ev rewş nayê qebûlkirin.
 
Ewil gumanbar Nevzat Bahtiyar û Enes Guran hatin guhdarkirin. Di runiştina duyemîn de dayika Narînê, Yuksel Guran axivî
 
Tiştên wê rojê hatin jiyîn vegot
 
Heyeta dadgehê piştî navberê bi îfadeyên Yuksel Guran berdewam kir. Yuksel Guran wiha got: “Ez sibehê saet di 05.00’an de rabûm. Çûm ser erd û hatim. Saet di 06.30’an de hatim malê. Min karê malê kir. Du zarokên min ji bajarên dur hatibûn ez pir kêfxweş bûm. Min taştê amade kir. Ev sifreya me ya dawî bû. Li me kirin jehr. Cilên me hebûn. Min bir mala Hediye Guran ji bo bike maşîneya cilan. Ev geriyam. Narîn û birayê xwe Eren li şaneşînê dilîstin. Zarokên min li dora min bûn. Bûka apê min hatibû; mala xwişka min ez jî çûm wir. Enes li xwişka min geriya. Got ez birçîme bê malê.  Narînê ji min kartolê qelandî xwest. Saet di 13.00’an de sifreya min amade bû. Piştre hinek karê min hebû. Mine w kirin. Çavê Narînê her tim li saetê bû. Narînê got ez diçim dersa Kuranê. Min got neçe. Lê wê israr kir. Min destur da. Narîn derket çû mizgeftê. Piştî Narînê kurê min Muhammed hat hundir. Raza lê çiqas raza ez nizanim. Zarokên min Muhammed û Enes rabûn gotin Hediyeyê cil anîne. Hevalê Enes telefon kir. axivîn û piştre dîsa raza. Min jî got ‘rabe tu pir razaye hinek derkeve derve.”
 
Tiştên di roportajan de gotibû qebûl nekir
 
Yuksel Guran balkişand ser îradeya xwe ya li cendermeyan û wiha got: “Fermandar ji min re got te Salîm dîtiye, ewil nehat bîra min piştre dema dînamo vedikir min carekê tenê bi qasî saniyekê dît. Min ser banê şuşt. Min xwarin çêkir. Min ji kurê xwe re Esen pirsî. Got li dervey.”  Li ser vê heyeta dadgehê ji Yuksel Guran gotinên wên yên di roportajan de yên wekê ‘Kê girtiye bila bînin li cihekî deynin, bila gora wê diyar be’ pirsî. Yuksel Guran îdia kir ku wê tiştek wisa negotiye.
 
Pêvajoya windabûnê vegot
 
Yuksel Guran piştre pêvajoya windabûna Narînê vegot: “Windabûna Narînê qet nehat hişê min. Min ji hevalê wê Narîn pirsî. Min ji meta wê amûjna wê pirsî. Lê gotin em nizanin, gotin nehatiye vir. Ez çûm mizgeftê. Min li derî xist. Min got Narîn li ku ye. Lê gotin saet di 18.00’an de dîtin. Ez hinekî rehet bû. Lê dîs tirsiyam.  Em hemû gundî li Narînê geriyan. Em nizanin kî li cendermeyan geriya. Piştre her kes hat gund.” Serokê dadgehê got ‘Salîm kuşt an jî Nevzat’. Yukselê wiha got: “Ez nizanim. Dibe Salîm jî kiribe dibe Nevzat jî kiribe. Lê rewşa Nevzat li holê ye. Xwedê bela xwe bidê. Ez teslîmê Xwedê dikim.” Serokê dadgehê got: “Her tişt li holê ye lê Nevzat negot wî kuştiye, dibêje Salîm kuştiye.”
 
‘Bila Enes biparêze’
 
Serokê dadgehê ji Yukselê pirsa çima Enes Guran tê pirsîn kir. Yuksel Guran wiha vegot: “Ez li qerekolê bû. Fermandar H. Got wê bê mala wan û ji wê re tiştekê bêje. Hat mala min, got ‘li Enqereyê  li malekê di destê mafyayê de wÊneyê te, Enes, Eren û malbatê heye. Wê we hemûyan bikuje.’” Serokê dagehê got ev ji te re bi mantik t?
 
‘Nevzat çima îftereyê bavêje du kesan?’
 
Serokê dadgehê ji Yuksel Guran dîsa roportaj pirsîn. Lê Yuksel Guran roportajên dan dîsa înkar kir. seorkê dadgehê ji Yukselê pirsa ‘di qeydên HTS’ê de Salîm Guran tê mala’ pirsî û got: “Na teqez kes nehat mala me. Ger hatime dora malê ez nizanim.” Serokê dadgehê pirsa;”Qeydên baz yên Esen, yê te, Nevzat û Salîm mala we nîşan dide. Di saeta tu dibêjî ez razame, tu ranezayî, li ser piyanî. Li dora malê bigere hûn çawa nabînin. Têkiliyek te bi Salîm re heye? Salîm reîsê malbatê ye?” Yuksel Guran got: “Teqez tu têkiliya min bi wîre tuneye. Nevzat îftereyÊ davêje. Ez nizanim Salîm kuştiye an nan. Xweda her tiştî dizane. Nevzat îftereyê davêje.” Li ser vê serokê dadgehê pirsa 
 
‘Nevzat çima îftereyÊ bavêje?’ pirsî.
 
Piştre dozger da zanîn ku Yuksel Guran îfadeyên bi naqok dide.
 
Serokê dadgehê ji Yuksel Guran re got: “Hûn dibêjin ‘xusumeta me tuneye. Ava wî tunebû me başî kir av dayê’. Çima Nevzat bikuje?Her wiha hemû Tirkiye bibû yek li Narînê digeriya, we digot ‘em pê parçe parçe bikin’. Lê Nevzar malbata xwe negirt û ji gund dernket. Qet nebihist ku hûn parparçe dikin, qet netirsiye? Nevzat nabêje min kuştiye jî’.” Li ser vê Yuksel Guran got ‘ez nizanim demekî netirsiyeye.’ 
 
‘Demek dirêje bi Nevzat re naxivim’
 
Piştre gumanbar Salîm Guran îfadeda û got seranserê rojê li ser erd bûye. Gumanbar wiha got: “Telefona min lê da. Gotin li jor erd wesayîtek biguman heye. Ez çûm, ligel min her dur kurê min hebûn. Xwestin bên min got hewce nake. Ev du sê mehe ez bi van kesan re hatime gel hev. Ji ber deynê wî hebû. Arîf deyn neda. Navbera wan de pirsgirêk derket. Ji ber vê ez qet neaxivim. Navbeta 18.30 û 18.40 de min agahî girt ku Narîn winda bûye. Ez li ser erd bûm keça min Gîzem li min geriya. Got Narîn winda bûye. Ligel min Mehmet Selîm Atasoy hebû, ew û kurê xwe jî ligel min hatin. Ez vegeriyam gund. Hemû gundî liwir bûn. Min cidiyet fêm kir. Min hema telefonê fermandar Şakîr kir. Min got biraziya min winda ye.”
 
‘Te çima bername paqij kir’
 
Salîm Guran der barê bernameya qeda deng a telefonê de jî axivî û got: “Ez bernameyan ji bo saetan qed bikim bikar tînim.” Li ser vê serokê dadgehê pirsa ‘Çima dema Narîn winda dibe ku ev ev bername hîn bêtir lazime, paqij dikî?, çima paşeroja telefona xwe paqij dikî pirsî. Gumanbar wiha got: “Min bi jinan re cuda axaftin kiribû. Ji ber wê min paqij kir.” Serokê dadgehê got; “Te ew axaftin paqij nekirine. Ew axaftin hene di telefonê de.” Gumanbar li ser vê got ew tiştekî nizane.
Serokê dadgehê her wiha diyar kir ku ji bo îfade bên guhertin xizm û gundî hatine tehdîdkirin û li ser vê gumanbar wiha got: “Cenderme îşkence li wan kirine û îfade pê dane guhertin.” Serokê dadgehê got ‘çima cenderme îşkeceyê bike û bêje Salîm Guran kiriye’. Gumanbar got; “ez nizanim.” 
 
‘Ji koma watsabê agahiya min tuneye’
 
Dadgehê got çima gumanbar Nevzat îftere avêtiye wî û Yuksel Guranê  û li ser vê gumanbar wiha got: “Bila Nevzat Bahtiyar baixive. Bêje min kiriye. Xwedê bela xwe bidê.  Serokê dadgehê diyar kir ku Nevzat dibêje min nekuştiye. Her wiha koma watsabê ya bi navê Narîn jî hat bibîrxistin û gumanbar got agahiya wî ji komek wisa tuneye.
 
‘Dozgerî çima dijminahiyê bike’
 
Gumanbar gelek tiştî înkar kir û li ser vê serokê dadgehê got ‘dozger çima îdiayek wisa bike îdanameyê. Te çi bi dozgeran kir ku ew dijminahiyek wisa bikin. Çima dozger bejin Salîm Guran wisa kiriye.”
 
Piştî îfadeya gumanbar Salîm Guran, bavê Narîn Guran, Arîf Guan hat guhdakririn. Arîf got ew wê gilî bike û nexwest tevli dozê bibe û wiha got: “Ji bo keça min her kes seferber bû. Çima min got keça min hatiye revandin? Gele kes li min digeriyan, dengê zaroka keç didan guhdarkirin,digotin revandine. Êdî min li telefonan mêze nekir. Li tenê li peyaman dinêrt. Di îfadeya roja ewil de gumana min ji kesî tunebû. Zirara min negihiştiye kesî. Min xerabî nekiriye. Em li gund li her derê geriyan.””
 
‘Li kamerayan mêze nekirin’
 
Arîf Guan got bi gumanbar Nevzat re ji ber wesayîtekê xusumet jiyane. Serokê dadgehê pirsa ‘Ji ber vê sedemê dibe ku Nevzat, Narîn kuştibe’ pirsî. Arîf Guran got: “Ji bo vê kuştibe ez nizanim. Ji bo 50 hezar TL zarok kuştibe ez nizanim. Lê Narîn neçû ser wî girî. Min bi dehan carî got. Kameraya leşkeriyê ya li gundê me dinêre heye. Me got binêrin lê gotin tav lê dixe. Gotin ji bo lê mêzekirinê rayeya wan tuneye.” Arîf Guran daxwaz kir ku hemû qeydên kamerayê bên lêkolîkirin.
 
‘Kê revandiye bîla bînin bavêjin aliyekî’
 
Hevjîna Nevzat, Gazar Bahtiyar jî wek şahid hat guhdarkirin. Gazar Bhtiyar wiha got: “Min şeva bûyerê Yuksel dît. Dema Narîn winda bû hevjînê min li Çarikliyê li mala kurê min bi ceyranê re eleqeder dibû.  Piştre hat malê xwarin xwar û got av tê an nayê. Min got nayê. Ligel min li Salîm geriya. Got li DÎSK’ê bigere bila avê çêbikin. Piştî vê hevjînê min derket derve û darên fêkiyan av da. Ez li hundir bû. Piştre ez çûm şaneşînê min dît Nevzat bi telefonê axivî û bi wesayîta sor çû. Min kes nedît li derdorê.” Serokê dadgehê  got Nevzat cenazeya Narînê dîtiye. Gazal Bahtiyar wiha got: “Min tenê dît li wesayîtê siwar bû. Min betanî di wesayîtê de nedît. Min wesayîtek din jî nedît.  Ez hatim hundir min karê xwe kir. saet li dora 19.00’an min Yuksel, Hediye û Enes Guran dît. Gotin Narîn winda bûye. Yukselê got ‘keç amin revandine kuştine çi kirine bila bînin bavêjin aliyekî’. Min ji hevjînê xwe qet guman nekir. Min guman bikira minê bi destê xwe teslîm bikira.” Serokê dadgehê got ‘hevjînê te îro îtîraf kir’. Gazalê got agahiya wê tuneye.
 
‘Hîna Narîn nehatibû dîtin yên gund gotin miriye’
 
Gazalê wiha berdewam kir: “Alî Riza Guran pêşniyarek ji bo min kir. Li Hasan Kaya geriyaye û gotiye bila Nevzat vî sûcê bigire ser xwe em ê li Gazal û zarokan binêrin. Lê min ez teqez qebûl nakim, kê kiriye bila derkeve holê. Bi malbata Guran re tu xusumeta me tuneye. Salîm û hevjînê min ji hev re digotin bira. Lê Salîm ji pişt ve li hevjînê min xist. Der barê vê wesayîtê de pirsgirêk jiyan lê çareserkirin. Beriya Narîn bê dîtin li gund digotin ‘Salîm keçik kuşt, ji ber vê hat girtin’.”