'Êm ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin'

  • 10:05 9 Mijdar 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Meclisa Jinan a Surîyeyê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere kir. Berdevka Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jina Sûrî Eyşe Hiso têkildarî bernameyan de da zanîn ew ê ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe li qadan bin û got ew ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dewam bikin. 
 
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Meclisa Jinan a Surîyeyê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê li Parka Efrîn a dikeve taxa Eşrefiyê eşkere kir. 
 
Berdevka Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jina Sûrî Eyşe Hiso têkildarî bernameyan û 25'ê Mijarê de axivî. 
 
'Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan'
Eyşe Hiso da zanîn ên ku di nava aloziya Sûriyeyê de herî zêde bi tundiyê rû bi rû mane jin in û got:"Ji bo ku em bikaribin bi kar û xebata xwe dawî li van tundiya ku li ser jinê tê meşandin bînin em ê tekoşîna xwe mezin bikin. Bi riya çalakiyên xwe em hewl didin xwe bighînin hemû jinan." 
 
'Em ê  terka kolanan nekin'
 
Eyşe bi lêv kir ku ew ê terka kolanan nekin û wiha got:"Li ser asta bajarê Helebê daxuyaniyek hat dayin, di vê daxuyaniyê de jinên ji pêkhateyên di nava Sûriyeyê de amede bûn. Bi riya vê daxuyaniya xwe me rêzeçalakiyên xwe yên ji bo roja têkoşîna li dijî  tundiya li ser jinê da diyar kirin. Armanc û daxwaza me  ji van daxuyanî û bernameyan ew e ku em xwe bigihînin jinên ku bi taybet bi tundiyê rû bi rû dimînin. Her wiha li ser asta navneteweyî em xwe bidin nasîn. Em ê terka kolanan nekin."
 
Wê çalakî bên lidarxistin
 
Têkildarî çalakiyên ku wê bên dayîn Eyşe got:"Wê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Bi her şêweyî Sempozyûma Diyaloga Zayendî bê lidarxistin. Wê li ser tunidya li ser bingeha zayendî ders bên dayin. Ew ê meş bên lidarxistin. Wê li kampan li ser tundiya derûnî û fîzîkî ders bên dayin. Wê herî dawî daxuyanî bê lidarxistin."
 
'Çareserî wê bi hişmendiya jinê be'
 
Eyşe da zanîn ên di şer de bedelên herî giran dane jin in û wiha got:"Em dixwazin bi rêya çalakiyên xwe bibin dengê hemû jinan. Em ê di 25'ê Mijdarê de bibin dengê jinan. Em ê li kolanan bin. Ji ber yekîtiya wê bê avakirin dê bi jinan bê avakirin. Çareseriya wê bê pêşxistin wê bi deng û hişmendiya jinan be. Ne wiha be çareserî pêk nayê."