‘Li dijî qirkirina zayendê parastina cewherî’

  • 09:02 23 Mijdar 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama SKM’ê Dîlara Su Kalpak qirkirina jinan wek "Qirkirina zayendê" nirxand û got jin li dijî rizandina civakî bi hêrs in û wiha axivî: “Li dijî qikirin azayendê divê parastina cewherî pêk bê û jin divê li qadên têkoşîna rêxistinkirî bên gel hev.”
 
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û jin li dijî tundiyê bi parastina cewherî bersivê didin. Li gorî çeteya ajansa me di meha cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin, 22 jin û 4 zarok bi guman jiyan axwe ji dest dane. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîlara Su Kalpak der barê mijarê de axivî û got wê li dijî qirkirina zayendê bi parastina cewherî bersiv bidin.
 
Dîlara Su Kalpak got qetikirinên jinan her diçin zêde dibin û wiha vegot: “Qirkirina zayendê mijara gotinê ye. Dewleta serdest ya mêr gumanbaran bê ceza dihêle û teşwîqê sûc dike. Gumanbar bê bêcezahiştinê tên xelatkirin. Jin hem li dijî xizaniyê hem li dijî tundiya dewlet mêr têdikoşin. Rojên borî de li Îzmîrê 5 zarok, ji ber dayika wan çibû xurde kom dikir, li malê bi ber şewata ji sobeya ceyranê derket jiyana xwe ji dest dan. Ev tenê cinayeteke. Ya hat cezakirin dayik bû. Destdirêjî li Sila bebek derket lê babvê wê bi bêcezahiştinê hat xelatkirin. Ev tenê çend mînak in.”
 
‘Hêrsa jinan mezin dibe’
 
Dîlara Su Kalpak got qetilkirina jinan girêdayê pergala serdest ya mêre û ev tişt bi lêv kir: “Jinên li dijî vê deng derdixin tên cezakirin. Jin li her derê tundiya dewletê dibînin. Ev qirkirina zayendê bi aşkera derdixe holê. Jin xizaniyek mezin dijîn. Keda wan tê binpêkirin. Di nav lepê tundiyê jin her roj tên qetilkirin. Jin ji bi jiyana xwe hewce bi parastina cewherî dibîne. Dewlet ji bo jina xwe diparêze polîtîka pêk nayene û ceza dike. Li dijî vê hêrsa jinan roj bi roj mezin dibe. Li dijî rizandina civakî hêrsa jinan mezin dibe. Jinên li dijî vê bi hêrs in  parastina cewherî pêk tînin. Pergala serdest raste rast jinan hedef digire. Ji welidînê bigirin heta cil û bergan, heta axaftinê heta her tiştî mudaxaleyê jinan dikin û hedef digirin.”
 
Li dijî qirkirina zayendê atolyeyên parastina cewherî!
 
Dîlara Su Kalpak balkişand ser polîtîkayên qeyûm yên AKP’ê û wiha anî ziman: “Bi qeyûman destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Ev raste rast êrişek li hember jinan e. Ev nîşaneya qirkirina zayendê ye. Jina li dijî qetilkirin û tundiya mêr atolyeyên parastina cewherî dane destpêkirin. Parastina cewherî girîng e, watedar û hewce ye. Banga me bangek civakî ye. Berbi 25’ê Mijdarê ev atolye gelek girîng in.”
 
‘Divê jin li qadên rêxistinkirî bên gel hev’
 
Dîlara Su Kalpak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêxistinkirina hêrsa civakî girîng e. Jinan destkeftiyên xwe bi têkoşîna li kolanê bi destxistin. Dema bertekên civakî qels bûn jin dadiketin qadan. Jinan îradeya xwe li kolanan nîşn dan. Em dikarin bêjin em di demeke ku muxalefeta civakî qels bûye de derbas dibin. Di qetilkirina Ayşenur û Îkbalê de hêrsa jinan li kolanê hat gel hev. Em bang li hemû kesî dikin ku 25’ê midjarê de li qadên têkoşîna rêxistinkirî bên gel hev û dakevin qadan.”