Li Dêrsimê li dijî qeyûm meşa girseyî hat lidarxistin

  • 13:17 23 Mijdar 2024
  • Rojane
DÊRSİM - Qeyûmê ku li Şaredariya Dêrsimê hatiye tayînkirin, bi tevlîbûna gelek kes, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, bi meşeke girseyî ji Kolana Hunerê ku hat destpêkirin hat protestokirin. 
 
Gelek kes li Kolana Sanat kom bûn û li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Dêrsimê kirin ber bi Qada Seyît Riza ve meşiya. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindır, parlamenter û pêkhateyên DEM Partiyê, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û gelek siyasetemedar teli meşê bûn.
 
Em wekî Seyd Riza serî natewînin
 
Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tûlay Hatîmogullari li Qada Seyît Riza ya ku meş bi dawî bû axivî û got, “Dema qeyûm li şaredariyên me tên tayînkirin, wan bi blokên betonê dorpêç dikin. Şaredarî ne baregeh in. Şaredarî malê gel in. Şaredarî qereqolên polîsan nînin. Divê em jî wek gel bikevin wan şaredariyan. Em ê wekî Seyîd Riza serî natewînin û em ê li ber xwe bidin." 
 
Em têkoşîna xwe ya li dijî vê rejîma otorîter hîn berfirehtir bikin'
 
Tûlay Hatîmogullari piştre bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên qeyûman bi hev re rawestin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Weke hevrêyên Seyît Riza, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û bindestan em ê berxwedana xwe bidomînin. Ne tenê li Dêrsimê, li hemû Tirkiyeyê. Em ê bi hevgirtinê bi ser bikevin û berxwedana me wê teqez bi ser bikeve. Em ê têkoşîna xwe li hemberî vê rejîma otorîter  berfireh bikin. Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”
 
'Em ê mîna Dêrsimê li ber xwe bidin'
 
Cîgira Seroka Giştî ya  Partiya (EMEP) Sevda Karaca got, “Ji Dêrsima ku qeyûm li pişt betonê  tê veşartin,  em bi hêza tifaqa xwe ya ku dibêjin 'em wê derê ji we re nehêlin' bi hemû wêrekiya xwe silavan ji her kesî re dişînin.Vî bajarî çi hovîtî dît, serî netewand, serî netewand. Îro em ê bi hev re têkoşînê li dijî yên ku tifaqa Dêrsimê hes dikin berfireh bikin û van dîwaran bi hev re hilweşînin û wekî Derêsimê li ber xwe bdin."
 
'Wekhevî divê'
 
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk got, "Li Meclîsê hatiye nivîsandin ku 'Serwerî bê şert û merc aîdî gel e'. Dema hûn wan polês û betonan li wir kom dikin, serwerî li ku ye? AKP'ê jî got 'Em xwedî li sindoqan derdikevin. Wê demê çima hûn îradeya gelê Kurd ku ji sindoqan derketiye.  divê zimanê kurdî jî wekî yê Tirkî bê bikaranîn. Divê demokrasiya tam û wekhevî hebe. Em ê li ser vê xetê li ber xwe bidin." 
 
'Em li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin'
 
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî berxwedana kesên li bajarên ku qeyûm hatin tayînkirin silav kir û got, "Ya ku em anîn van rojan ev berxwedan e. Gelê derêsimê serhildêr e. Ew ê tu carî serî li ber hîleyên we netewîne."
 
'Divê em bi hev re li ber xwe bidin'
 
Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû anî ziman ku pêkanînên ku derbekar nefikirîne di serdema AKP'ê de hatine kirin. Sezgîn Tanrikûlû got, "Ev derbe li derveyî vê erdnîgariyê birin Stenbolê. Li vir derbe li vîna we xistin. Qeyûm darbeyeke siyasî ye. Ji holê rakirina mafê dengdayîn û hilbijartinê ye."
 
'Dêrsim wê bi ser bikeve'
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoğlu jî got, "Gelê Dêrsimê, em we bi berxwedan û têkoşîna we nas dikin. Qeyûm wê bandorê li we neke. Qeyûm talan e. Derbeyek li mafê gelê Kurd e. Em ê bi hev re qeyûman bişînin.