Ji Botanê peyama 'Hûn mecbûr in Birêz Ocalan muxatab bigirin'
- 15:16 23 Mijdar 2024
- Rojane
ŞIRNEX - Di daxuyaniya ku di 25'ê Mijdarê de li Cizîrê di pêşengiya TJA'yê de hat dayîn, jinan bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Hûn mecbûr in Birêz Ocalan muxatab bigirin."
Jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîr a Şirnexê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşiyan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal, Rêxistinên bajêr û navçeyên Şirnex ên Dem Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tevlî meşê bûn. Meş ji Parka Botaş a taxa Çemkurkê dest pê kir heta li ber avahiya DEM Partî ya Cizîrê berdewam kir.
Di meşê de pankarta "Li diji tundiya dewlet-mêr Jin Jiyan Azadî" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadi", "Bi berxwedanê dê bi ser kevin" û "Bijî berxedana zindanan" hat berzkirin.
Li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Berîvan Kutlu daxuyanî da û got: "Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê têkoşîna jinên cîhanê bi ruhê têkoşîna jinên kurd xwedî li derkevin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk neyê em jî azad nabin. Niha tecrîd belavî li tevahiya civakê bûye. Hûn mecbûr in Birêz Ocalan muxatab bigirin. Êdî bes e bila jin neyên qetilkirin."
Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.