Bertekên li hemberî qeyûman û binçavkirinan
- 13:39 30 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da. DEM Partiyê diyar kir ku desthilatdarî êrişên xwe yên dijminane didomîne û peyama mezinkirina berxwedanê da.
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî pêkanînên qirkirina siyasî daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Ev desthilatdariya ku di bêhiqûqî û xespa îradeyê de sînoran nas nake, êrîşên xwe yên li ser partiya me û nûnerên wê, nû dike. 28’ê Mijdarê ji Hevşaredariya me ya Bahçesarayê Ayvaz Hazir girt û 29’ê Mijdarê qeyûm li şaredariya me hate tayînkirin, ev yek bûye mînakên nû yên bêhiqûqiyên diqewimin.
Her wiha 26’ê Mijdarê di çarçoveya operasyoneke siyasî de ku navenda wê Enqere ye, Hevşaredarê me yê Peyasê Cengîz Dundar, endamên me yên meclîsê û nûnerên me yên partiyê jî di nav de, bi dehan kes hatin binçavkirin. Piştî dema binçavkirinê ya 3 rojan, Cengiz Dundar û 8 hevrêyên me, bi biryara dadgehê bi îdîayên bêbingeh hatin girtin.
Di çarçoveya operasyona vê siharê hatî kirin de jî, Hevşaredara me ya Dersimê Bîrsen Orhan car din hate binçavkirin. Bîrsen Orhan beriya 5 rojan hate binçavkirin û piştî îfadeyê, bi şertê hepsa malê hate berdan. Car din binçavkirina Bîrsen Orhan nîşan dide ku desthilatdarî dijminê îrade û berxwedana jinê ye.
Li aliyekê peyamên muzakereya civakî tên dayîn, li aliyê din îradeya gelan tê hedefgirtin. Ev yek hêviyên demokrasiyê yên gel, tarî dikin. Ev helwest di gotinê de aştîxwaz e, lê di pratîkê de dijmin e.
Em ê li dijî vê hişmendiya ku rêz ji îradeya gel re nagire, hîn zêdetir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya demokratîk mezin bikin.”