Ji bo Hevşaredar Bîrsen Orhan daxwaza girtinê
- 15:11 30 Mijdar 2024
- Rojane
DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku îfadeya wê temam bû, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan di 22’yê Mijdarê de qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin û piştî hat binçavkirin cezaya hepsa malê lê hatibû birîn. Hevşaredar Bîrsen Orhan careke din li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê serê sibê hat binçavkirin.
Dozger piştî îfadeya Hevşaredara Dêrsimê Bîrsên Orhan girt, bi daxwaza girtinê ew sewqê dadgehê kir.