Zîncirên feodal şikand û bi xebatên partiyê li ser piyan ma

  • 09:03 1 Kanûn 2024
  • Jiyan
 
Memîhan Zeydan
 
AGIRÎ - Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Ayşe Karakuş ku piştî li dijî feodalîzmê serî hilda û tevli têkoşînê bû.
 
Ayşe Karakuş (33) li dijî malbat, mêrê pê re dizewice û kesên derdorê têdikoşîn xwe dimeşîne û yek ji jinên li dijî feodalîteyê serî hildide ye. Ayşe Karakuş jiyana jê re hatiye xêz kirin red dike û  têkoşîna xwe dimeşîne.
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Agiriyê Ayşe Karakuş jiyana xwe ya bi têkoşînê derbas bûye vegot.
 
Ayşe Karakuş di 8’ê Tebata 1991’ê de li Agiriyê tê dinê. Ayşe Karakuş malbatek feoldal de mezin dibe û hîna 18 salî bû bi kurê apê wê re tê zewicandin. 14 salan zewicandî dimîne û ji ber zarokên wê tune ne dixwazin hevjînê wê bizewicînin. Ayşe Karakuş serî hildide û biryara destberdanê dide. Ayşe Karakuş diyar dike ku li dijî vê serî hildan dihat wateya ku koletiyê qebûl nake.
 
‘Min ewil li dijî xwe têkoşîn da destpêkirin’
 
Ayşe Karakuş, diyar kir ku du salan ji bo destberdanê têkoşîn daye û wiha vegot: “Têkoşîna ewil min li dijî xwe da. Min got ez dikarim bikim, ez bikaribim li ser piyan bisekinim. Min ev di serê xwe de zelal kir û wisa meşiyam. Wek jinek kurd ger mirov bixwazin têkoşînê bimeşînin, divê mirov ji ferzkirinên pergalê dest berdan. Di alî aborî de jî divê min şert û merc ava bikira.”
 
Ayşe Karakuş got 14 salên zewacê de her tim tundî dîtiye û wiha bi lêv kir: “Dema destberdanê malbata min got were. Ez dikaribûm biçuma, malbata min bû. Lê min dizanibû ez biçûm wê dîsa ez bizewincandama. Zewac parçeyek pergalê ye. Min dema zewacê de pir tundî dît. Fikr û nêrînên min ji bo wî tu wateya wê tunebû.”
 
‘Tevî tehdîdan min dest jê berneda’
 
Ayşe Karakuş bakişand ser pirsgirêkên piştî biryara destberdanê û wiha vegot: “Malbat li dijî vê derket. Malbata min ewil hewl da pêşî lê bigire. Gotin tuyê bikevî riya nebaş. Lê min biryara xwe da. Ji ber vê gelek carî bi mirinê hatim tehdîdkirin. Digotin wê ji eşîrê re bêjin çi. Vê carê tundiya psîkolojîk kirin.”
 
‘Tenê dayika min piştgirî da min’
 
Ayşe Karakuş di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Piştî destberdanê bi saya hevalên jin li ser piyan mam. Dema pêvajoya nû a destberdanê her kesî digot wê dîsa bizewice. Ev ferz dikirin. Demekê ji bilî dayika xwe min bi kesî re nehatim gel hev. Yekane kesa piştgirî da min dayika min bû. Piştî berxwedan û hewldana min dîtin bawer kirin ku ez ê li ser piyan bimînim. Piştre malbata min piştgirîdan min. Xwişk û birayên min gotin em ligel te ne. Ev girîng bû. Di cejnekê de jî ez û bavê xwe li hev hatin. Piştî biryara destberdana min çend biryarên din jî wisa hatin jiyîn. Em bi nêzîkatiya ‘bi bûkanî hatiye bi kefen tuyê derkevî’ mezin bûn. Ev nêzîkatiyek pir şaşe.”
 
Naskirina partiyê
 
Ayşe Karakuş daxuyakirin ku piştî destberdanê bi piştgiriya hevalên jin li ser piyan maye û hêz girtiye. Ayşe Karakuş wiha bidawî kir: “Ez bi têkoşîna jiyanê rabûm ser piyan. Piştî serhildana li dijî feodalîteyê tevli xebatên partiyê bûm. Wê demê çûm partiyê hatim. Min wisa têkoşîn nas kir. Min fêm kir ku tevgerek me ya jinan heye. Min biryara xwe da. Min gelek tundî dîtibû. Tehemula min nema bû. Min berxwe da. Min ewil kar ji xwe re dît. Ez di kantîna nexweşxaneyê de xebitîm. Min ji xwe re xanî kirê kir. Hevalên min yên jin ez tenê nehiştim. Li ser pêşniyarên hevalên min ez wek hevserok hatim hilbijartin. Niha ez ji bo xwe ji bo jiyana xwe ya civakî, partî û karê xwe demê vediqetînim.”