Sara Glynn: Bi pêşniyarên Ocalan pêvajo dikare bikeve bin ewlehiyê
- 09:04 6 Çile 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama Komîteya Piştevaniya Kudistanê Sarah Glynn peyamên Îmraliyê nirxand û got: “Tevlikirina parlementoyê ya pêvajoyê wê alîkariya muzakereyên serketî ya danûstandinan bike û wê nehêle ku hikûmet ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xesp bike. Ev dê ji salên 2013-15'an cudahiyek girîng be.”
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û piştî 43 mehan şûnde yekem car ji malbatê biraziyê wî Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de çû hevdîtina wî. Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî piştî 9 salan şûnde di 28’ê Kanûna 2024’an de çûn Îmraliyê.
Abdullah Ocalan di peyamên ku şand de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd balkişand ser tevlibûna aliyan û girîngiya parlamentoyê. Her wiha balkişandibû ser avabûna têkiliyên Kurd-Tirk û diyar kiribû ku çareserî ferz e.
Endama Komîteya Piştevaniya Kuridstanê Sarah Glynn der barê peyama ku Abdullah Ocalan şandiye û rola wî ya di çareseriyê de axivî.
‘Tirkiye cidî be divê bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bike’
Sara Glynn got hevdîtinên hatine kirine mafê mirovan a esas e û ya normal jî ev e. Sara Glynn wiha got: “Ev serdan nikarin wek destûr bê nirxandin. Birêz Ocalan ji mafên hevdîtinê yên di qanûnan de derbas dibin bêpar hatiye hiştin. Li gorî daxwaza dewleta Tirk, serdan nehatine pêkanîn. Her wiha dewleta Tirk ger ku di muzakereyan de cidî be divê bi rêk û pêk hevdîtin pêk bên.”
‘Daxwaza tasfiyeyê ya Tirkiyeye bi ser neketiye’
Sara Glynn diyar kir ku Abdullah Ocalan xwedî rolek girîng e û wiha dirêjî dayê: “Planên tasfiyeyê yên Tirkiyeyê têk çûne. Birêz Ocalan ne tenê ji ber fikr-nêrîn û paradîgma xwe di heman demê de baweriya mîlyonan Kurdî qezenc kiriye û ji bo muzakereya aştiyê xwedî rolek girîng e. Ji bo çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd, ji bo pevçûn ji holê rabin wê qad vebe.”
‘Abdullah Ocalan ji bo aştiyê hemû îradeya xwe daniye holê’
Sara Glynn di berdewamiyê de bi lêv kir ku Tirkiye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu û wiha dirêjî dayê: “Tirkiye bi fikar e ku Kurd derfetan bidest bixin. DYA û Israîl dikare tercîha xwe li alî avakirina Kurdistanek serbixwe bike. Ev ji bo Tirkiyeyê karesat e. Ji ber vê dibe ku nekevin riyeke wisa bi rîsk. Peyamên ji Îmraliyê hatine girîng in. Tevlikirina parlementoyê ya pêvajoyê wê alîkariya muzakereyên serketî ya danûstandinan bike û wê nehêle ku hikûmet ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xesp bike. Ev dê ji salên 2013-15'an cudahiyek girîng be. Abdullah Ocalan xwedî li yekitiya Tirk û Kurd derdikeve. Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê hemû îradeya xwe daniye holê.”
‘Divê Tirkiye nîşan bide ku ev pêvajoyeke rastîn e’
Sara Glynn destnîşan kir ku ev pêşketîn ji bo ku pêvajo wek pêvajoya aştiyê bê binavkirin gelek hîna zûye û wiha domand: “Tirkiyeyê hîna ev wek çareseriyek rast negirtiye dest. Berjewendiya wan tenê pêşî li serbixwebûna Kurdan girtine û tasfiyekirina PKK’ê ye. Ji ber vê jî pêvajo hîna di astek pir zû de ye. Divê Tirkiye nîşan bide ku ev pêvajoyeke rastîn e.”
‘Divê em tevgera aştiyê ava bikin’
Sara Glynn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê wek siyasetmedarên DEM Partiyê ew jî pêvajoyê cidî bigirin û baldar bin. Sara Glynn got: “Divê em ji bo azadiya Birêz Ocalan û çarseriyeke aştiyane xebatên xwe û zextên xwe bidomînin. Divê em tevgereke aştiyê ya berfireh ava bikin.”