Sakîne-Sara: Jina evîndarê pevçûnê!

  • 09:03 8 Çile 2025
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz 11 sal berê li Parîsê hat qetilkirin. Têkoşîn û israra wê ya di şer de ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlhamê. Sakîne Cansiz got: “Jiyana min timî şer bû. Ez evîndarê vê şerê me.” 
 
“Hewl û sebra însanîkirina sosyalîzmê û di her zindiyê de konkretîzekirina wê, di vê têkoşîna bi heybet de xwe dide der. Ji ber vê yekê şerê me dijwar, balkêş û yekîtî ye. Ez evîndarê vî şerî me, ez dizanim ku hestên min, evînên min, hesreta min, xeyalên min her tim diherikin vê têkoşînê. Ji niha û pê ve têkoşîna min a şoreşgerî, bi beşên min ên ku naherikin, wê min bi coştir di bedewiya têkoşîna Apoyî de bimeşîne. Dilê xwe, hişmendî û hêza xwe diavêjim têkoşîna serketinê."
 
Ev gotin aydê Sarayê, Sakîne Cansizin. Sakîne Cansiz bi têkoşîn, sekn û pevçûna xwe bû jinan pêşeng. Ji bo jinan bû çavkaniya îlhamê. Ji ber vê bû hedef. Li Paytexta Parîs a Fransayê.
 
Di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylmez de 11 sal der bas bû. 11 sale bê yî Sakîneyê derbas dibe. Lê ew her tim nav demê de, bi demê re bû…Bi vegotin, jiyan, serhildan û pevçûna xwe…
 
Di serma û seqemê de vejîn şansek e?
 
Sakîne di 12’yê Sibata 1958’an de li gundê Tahti yê Dêrsîmê hat dinê. Sakîne roja ku hatiye dinê wek şans dibîne û wê rojê wiha vedibêje: “Dema hatim dinê bavê min li leşkeriyê bû. Meha sibatê de hatime dinê û li nifusê hatime qeydkirin. Ji ber vê roja min a fermî ya vejînê 12’yê Sibata 1958’an e. Gelo di serma û seqemê de vejîn şansek e? Herî baş ez bawer bûm ku ev şans e. Li erdnîgariyek bi berf vejîn li gorî min şans e.”
 
Tovê ewil davêje
 
Sakîne Cansiz a ku li dijî zextên malbata xwe serî hilda, li kargehên ku lê dixebitî, karkerên li dijî mêtîngeriya kedê birêxistin kir û ji Dêrsimê çû Enqereyê, ji bo ku bi komên Apoîst re têkiliyan deyne, dema ku di tevgerên çepgir de tişta ku lê digeriya nedît. Li Tirkiyeyê bû yek ji du jinên ku beşdarî yekemîn Kongreya PKK'ê bû û di nava tevgera azadiya jinê de cih girt, tovê yekemîn ê têkoşîna xwe di nava PKK'ê de çand.
 
Bi berxwedana xwe dibe ronahî
 
Sakîne li gelek bajaran tora xwe ya têkoşînê berfireh dike û beriya darbeya 1980’ê, di 1979’an de li Xarpetiyê tê girtin. Wê demê tundiya giran li Sakîneyê têne kirin lê tevî hemû hovitiyan teslîm nabe. Di warê berxwedana xwe ya di bin çavan de jî dibe sembol. Di pêvajoya darbeyê de jî bi heman rengî îşkenceyên girantir lê tê kirin lê belê li hemberî wan hovîtiyan hemû jinên hatine girtin rêxistin dike û bi têkoşîna xwe wan li ser lingan dihêle. Bi berxwedana xwe re ji bo hemû têkoşeran dibe ronahî.
 
Berê xwe dide çiyan
 
Sakîne piştî ji girtîgehê derdikeve li Stenbolê tuzuka Komeleya Jinên Welaparêz dinivîse. Damezrîneriya navenda Çanda Mezopotamya dike. Di kovara Ozgur Halk, Ozgur Ulke de dixebite. Di 1991’ê de  tevli Newroza Stenbolê dibe. Dewlet pêşa Sakîneyê bernade û dişopîne.
 
Sakîne berê xwe dide çiyan û piştî Konferansa Zinda û perwerda li Beka ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re radigihîne ku biçe çiyan û rêwitiya wê dest pê dike. Sakîne bi salan li çiyan dimîne û di 1998’an de ji Rojhilata Navîn vediqete û li Ewropayê welat bi welat, bajar bi bjar digere û dest dide jinan.
 
9’ê Çileyê 2013’yan
 
Sakîne piştî jiyana xwe ya bi têkoşîn û pevçûn tije di 9’ê Çile de bi  Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), re hat qetilkirin.