Heyeta Îmraliyê wê biçe serdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag

  • 18:07 8 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM DEM Partiyê ya Îmraliyê dawiya hefteyê wê biçe serdana hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag.
 
 Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê, piştî serdana Îmraliyê ya 28’ê Kanûnê şûnde serdanên xwe yên pêk anîn, temam kir. 
 
Heyet dawiya hefteyê wê biçe serdana hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag. Heyet vê dawiya hefteyê wê di 11’ê Çile de biçin girtîtgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û di 12’ê Çile de jî biçin serdana Fîgen Yuksekdag ya li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtiye.