'Di Sûriyeya nû de cihê kujerên Hevrîn Xelefê tune ye'
- 15:42 31 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan, bi daxuyaniyeke hevpar, dayîna derfetê ji bo kujerên sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kirin.
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên jinan ên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke hevpar dayîna derfetê ji bo kujerên sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kirin.
Daxuyanî bi amadebûna jinên ku wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hilgirtin, li pêşiya navenda PYD’ê ya Dêrikê ji aliyê rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef di 12’yê Cotmeha 2019’an de li ser destê çeteyên Ehrar El Şerqiye ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve tê destekkirin, hewldaneke ji bo çewisandina dengê jina azad û û tunekirina fikra demokratîk bû.
Jinan her wiha got: "Tevî hemû binpêkirin û kiryarên neqanûnî, em dibînin ku çeteyê bi navê Ehmed Îhsan Feyad El Hayis bi nasnav "Ebû Hatim Şeqra” di "Kongreya Serkeftinê" ya ku roja çarşemê li Şamê hat lidarxistin de beşdar bû.”
Di berdewama daxuyaniyê de hatin gotin: “Ev beşdarî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî di nava jinan de nerazîbûn û hêrseke berfireh a gel derxistiye holê. Lewma em ê bi tu awayî qebûl nekin ku tu rola kujerê şehîd Hevrîn di avakirina Sûriyeya nû de hebe. Di Sûriyeya nû ya demokratîk de kujer, sûcdar û çete dê çawa bibin xwedî rol?”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, dadgehên navneteweyî û komeleyên jinan hate kirin ku “berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û hesabê ji berpirsyarên van sûcên şer û qirkirina li dijî jinên azad pêk tînin, bipirsin.”