
ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 24 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Jinên li Şengalê tevli konferansa Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bûn diyar kir ku ev konferans ji bo jinan gelekî girîng bû û wiha gotin:” Ev konferans ji bo miletê bindest e. Ev konferans bersiva 74 fermanan e. Em ê xwe bi hêztir bikin. Em ê tifaqa xwe çêbikên. Ev tifaqa baweriyê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê çêkirina konferansên xwe û kombûnên xwe dewam bikin." DÎMEN HEYE
*Xizmên windayan ku bi salan e li heman derê heman daxwazan diqîrin, balkişandin ser gava aştiyê ya di 11’ê Tîrmehê de hatiye avêtin û wiha gotin: “Riya diçe aştiyê ewil bi dîtina windayan derbas dibe. Dewlet ji dil be divê ewil çi bi xizmên me hatine eşkere bikin û gumanbaran bidarizînin.”DÎMEN HEYE
*Necla Kiliç a li gundê Kerêzan a Elbaqê mêşvaniyê dike, bi kewarek mêşan dest pê kir û niha 9 kewarên wê hene. Necla Kiliç wiha got: “Ez di nav mêşan de kelecanî dibim. Wek jinên ciwan bêyî hewcedarê kesî bimînin em dikarin her tiştî bikim.” DÎMEN HEYE
*Selvî Kaya ku li Kopê dikana wê ya cil û bergên gelêrî heye, diyar kir ku armanca wê ne tenê esnafî ye, nasandina çand û dîroka Kurd e û got: “Jin pir xurt in. Tenê bila di hişmendiya vê de bin.”DÎMEN HEYE
*Jinên ji Koma Kampanya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan, diyar kirin ku sedema qetilkirina jinan polîtîkayên pêşî li qetilkirina jinan digirin pêk nayên û gumanbar tên parastin. Jinan wiha gotin: “Em ê hem ji bo Ayşe Tokyaz hem jî ji bo hemû jinên din têbikoşin. Tehemula ji bo windabûna jinekê nemaye. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo maf û jiyana xwe, xwe rêxistin bikin.”DÎMEN HEYE
*Piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş hîna jî pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene. Li Semsurê ev neçareserî li ser welatiyan nexweşiyên cuda diafirîne. Hevsreoka SES'ê ya Semsûrê Rengîn Kilinç der barê van pirsgirêkan de axivî.DÎMEN HEYE